Rejîma Tirkê êrişên xwe yên li ser herêma Efrînê zêde kirine

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser gundên Şehba, Şêrawa û Şerayê zêde kirin.

Rejîma Tirkê êrişên xwe yên li ser herêma Efrînê zêde kirine
10 nîsan, 2020   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji danê sibehê ve êrişî gundên herêma Şehba, navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê dikin.

Dewleta Tirk di van saetan bi dijwarî gundên Ziyaretê yê Şehbayê, Meranaz, Malikiyê yên Şerayê û Soxanekê yê navçeya Şêrawayê topbaran dikin.

Agahiyên zêde derbarê topbaranê de nehatin bidestxistin.

ANHA