​​​​​​​3 kes dema ku hewl dan ji karantînayê birevin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn du jin û qaçaxçiyek dema hewl da wan ji balafirgeha Qamişloyê birevînin bêyî ku bikevin karantînayê, girtin.

​​​​​​​3 kes dema ku hewl dan ji karantînayê birevin hatin girtin
10 nîsan, 2020   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek da

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Derbasbûna welatiyan a ji bo herêmên Bakurê Sûriyê bi rêya balafirgeha Qamişlo ya di bin serweriya rejîma Sûriyê de didome. Hêzên me  di nava liv û tevgerê de ne da ku qedexeya derketina derve û biryarên Şaneya Aloziyê yên rêgirtina li ber derketina vîrusa Koronayê bişopînom. Piştî rejîmê ragihand ku haletên gumana vîrûsa Koronayê li Şamê hene û tax girtin, hêzên me bergeriyên xwe zêde kirine û kesên ku ji derveyê tên dixin navendên karantînayê yên taybet.

Hêzên me du jin tevî qaçaxçiyekî girtin. Qaçaxçî hewl dida herdu jinan bi rêya avahiyên li derdora balafirgeha Qamişloyê birevine bêyî ku bergeriyên karantînayê yên Desteya Tenduristiyê pêk bînin. Li ser vê yekî hêzên me li nuqteyek leşkerî ya girêdayî hêzên me ew kes girtin, piştî tedbîrên pêwîst ew veguherandin karantînayê.

Em teqez dikin ku hêzên me bi hemû beşê xwe yên ewlehî, amade ne ku nehêle derbasbûna bi dizî an binpêkirinên perspektîfên ku jiyana welatiyên me dixe xeteriyê, çêbibin. "

ANHA