Li Amedê li dijî artêşa Tirk çalakiyên gerîla

Li navçeya Hênê ya Amedê gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin.

Li Amedê li dijî artêşa Tirk çalakiyên gerîla
9 nîsan, 2020   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla yên li navçeya Hênê ya Amedê de daxuyaniyeke niviskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"28'ê Adarê hêzên me li navçeya Hênê ya Amedê li dijî qereqola Hêgasorê çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li mewzî û stareyên qereqolê xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar diyar nebûye.

5'ê Nîsanê hêzên me li navçeya Hênê çalakiyeke sabotajê bire ser stasyona bazê ya li qada Horselê. Piştî vê çalakiyê ya ku stasyona bazê hate rûxandin, artêşa TC'ê ya dagirker 7'ê Nîsanê li qadê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon 8'ê Nîsanê bêyî ku encamê bistîne, vekişiyaye.

Yekîneya me ya ku çalakî kirî, bi sax û silamatî gihaştiye cihê xwe."