Li Iraqê ji bo serokwezîriyê Kazimî hate peywirdarkirin

Li Iraqê ji dêvla serokwezîr Ednan El-Zurfî ku dê hikumet ava bikira, serokkomar Berhem Salih şefê îstixbaratê Mûstafa Kazimî peywirdar kir.

Li Iraqê ji bo serokwezîriyê Kazimî hate peywirdarkirin
9 nîsan, 2020   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hema bibêje hemû pêkhateyên siyasî Kazimî qebûl kiribû û demeke dirêj wek ‘zilamê DYA’yê’ dihate dîtin. Kazimî têkiliyên xwe yên bi Îranê re jî xurttir kiribûn.

Di çend rojên dawîn de li ser hev civîn hatin kirin û li ser kesê ku wê bikeve şûna El-Zurfî nîqaş hatin kirin.

Roja çarşemê YNK û PDK’ê jî diyar kiribû ku heke El-Zurfî were vekişandin dê piştgiriyê bidin El-Kazimî.

Ednan Zurfî divê di 17’ê Adarê de hikumet ava bikira, lê beriya ku banga civînê li parlamentoyê bike û lîsteya wezîran eşkere bike, neçar ma ku vekişe. Beriya wî Mûhammed Elawî jî nikaribû di nava 30 rojan de dengê baweriyê ji parlementoyê wergire.

Serokwezîr Adil Abdulmehdî jî di protestoyên 1’ê Adarê de neçar mabû ku îstîfa bike. Ji ber Koronavîrusê çalakiyên girseyî hatin sekinandin lê hê jî li qada Tahrîr a Bexdayê bi sedan kes di konan de çalakiya xwe didomînin.

Kazimî divê heta 30 rojan kabîneya hikumetê pêşkêş bike. Lê ji ber qedexeya derketina derve dê parlamento çawa bicive, hê nehatiye zelalkirin.