SOHR: DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hikumeta Sûriyê yên li bejahiya Sixinê kir

SOHR’ê diyar kir ku DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê yên li herêma Sixinê kir û 29 kes ji her du aliyan mirine û balarfirên Rûsyayê êriş sekinand.

SOHR: DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hikumeta Sûriyê yên li bejahiya Sixinê kir
9 nîsan, 2020   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêmê kir, paşê li eniyên bejahiya Sixinê ya gundewarên rojhilatê Humsê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar rû da.

Balafirên Rûsyayê destwerdan kir û eniyên şer û deverên din ên bejahiyê bombebaran kirin.

SOHR`ê daxuyand ku 18 leşkerên hikumeta Sûriyê û 11 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin, li gel vê yekê birîndarên her du aliyan hene.

Piştî QSD`ê li rojhilatê çemê Firatê di 23’yê Adara sala derbasbûyî de DAIŞ têk bir, dîsa li rojavayê çemê Firatê zindî dibe.

Navendê diyar kir ku ji wê demê de herî kêm 400 endamên hêzên hikumeta Sûriyê hatine kuştin, her wiha dema çeteyan êrişî herêmê dikir sivîl birîndar dibûn û di demên dawîn de herî kêm 135 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

(eh)

ANHA