Pentagon: 2 hezar leşkerên Amerîkayê bi Koronayê ketine

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku 2 hezar leşkerên Amerîkayê bi vîrusa Koronayê ketine.

Pentagon: 2 hezar leşkerên Amerîkayê bi Koronayê ketine
8 nîsan, 2020   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Associated Press, Pentagon ragihand ku hejmar herî zêde ya leşkerên ku bi "Covid-19) ketine di hêzên deryayî de ye ku 500 kes hatin tespîtkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hejmara kesên bi vîrusê ketine di radeya yekemîn de, zêdeyî 400 hezar kes bi vîrusê ketine û zêdeyî 12 hezar jî mirin.

Li tevahî cîhanê 1 milyon û 400 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine, her wiha hejmara kesên mirî jî 83 hezarî derbas kir, hejmara kesên ku baş bûne 302 hezar derbas kir.