Daxwaza wergirtina agahiyan ji Îmraliyê hate redkirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo wergirtina agahiyan û axaftina bi telefonê serlêdan kirin. Ev serlêdan hate redkirin.

Daxwaza wergirtina agahiyan ji Îmraliyê hate redkirin
8 nîsan, 2020   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Hiqûqa Asrinê xwestin derbarê muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tevdîrên pêwist werin stendin û ji bo pêkanîna van tevdîran agahdarî were kirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ev serlêdan hate redkirirn.

Serlêdana ji bo axaftina bi telefonê jî hate redkirin. Ji bo sedema redkirinê jî hate diyarkirin ku ‘Li dijî Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş di 13’ê Sibata 2020’an de hate şeş mehan biryara astengkirinê hatiye dayin.’