Li Tirkiyê ji ber Koronavîrusê 812 kes mirin

ؤWezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Tirkiye ji ber şewba vîrusa Korona ya nû 87 kes mirine.

Li Tirkiyê ji ber Koronavîrusê 812 kes mirin
8 nîsan, 2020   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyiê Fahtettîn Koca li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Di nava 24 saetên dawî de 87 kes mirine. 38 hezar û 226 kes jî bi vîrusê ketine.”

Koca destnîşan kir ku ji 10’ê Adarê û vir ve li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin gihiştiye 812 kesî.