Profesorekî rûsî: Bajarên pêşerojê dê bajarên biçûk bin

Endamê Enstîtuya Endazyarî û Mîmariyê ya bajarê Saint Petersburg yê Rûsyayê profesor Nîkolay Faten pêşbîn kir ku bajarên pêşerojê dê bajarên bê qerebalix û biçûk bin.

Profesorekî rûsî: Bajarên pêşerojê dê bajarên biçûk bin
8 nîsan, 2020   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Profesorê mîmariyê ji ajansa RIA Novostî ya Rûsyayê re ragihand ku divê qerabalix tune be, ji ber ku bajar di pêşerojê de dê bajarên bê qerebalix bin û qerebalixa xelkê di şahiyên muzîkê yan jî civînan de baş e lê li derveyî vê yekê divê qerebalix tune be.

Profesor piştrast kir ku ev pîvan di ber çavan re werin derbaskirin, muhteml e bajarên mezin bi ewle bin.

Nîkolay Faten di heman demê de bal kişand ser pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) ya ku ne tenê bandor li bajarên mezin kir lê di heman demê de bandor li bajarên biçûk jî kir. Faten got li rojavayê Ukraynayê wekî mînak navendên sereke yên balavbûna vîrusê bajarên biçûk bûn, her wiha li Îtalyayê jî heta bi bajarên kevn ên ku di Serdema Navîn de hatine avakirin, bi Koronavîrusê ketin.

Gelek pisporên qadên cuda, texmîn dikin ku sîstema cîhanê dê were guhartin û dê venegere wekî beriya pandemiya Koronavîrusê.

eh