Hikumeta Tirkiyê bi tirs e ku qedexeya derketina derve ferz bike

Hikumeta Tirkiyê naxwaze rewşa qedexekirina çûn û hatinê li tevahî welêt ragihîne da ku parastina aboriya xwe ya qelsbûyî bike.

Hikumeta Tirkiyê bi tirs e ku qedexeya derketina derve ferz bike
8 nîsan, 2020   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Dengê Amerîkayê (VOA) di raporeke xwe de diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi israr e ku kargeh û şîrketan di dema ku Koronavîrus belav dibe de, vekirî bihêle. Vê yekê hişt ku kesên rexne dikin, matmayî bimînin û bibêjin ev pêngav îsbat dike ku aboriya dewleta Tirk ber bi îflasê ve diçe.

Erdogan li pêşiya xwestekên opozîsyonê yên ferzkirina girtina li ser asta nîştimanî, sekinî û got pêwîstiya tekelên aboriya Tirkiyê bi berdewamiyê heye û li ser vê esasê hikumetê qedexekirina çûn û hatinê bi awayekî nîv li welatiyên ku temenê wan zêdetirî 65 salî û kêmî 18 saliyê ye, ferz kir.

Li Tirkiyê beriya Koronavîrusê (Covid-19) kêmbûneke berbiçav di aboriyê de çêbû, her wiha ji tebaxa 2018`an ve nirxê lîreyê Tirkiyê pir daket.

Şaredarê muxalif ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu israr dike ku qedexekirineke pir hişk li ser Stenbolê were ferzkirin ji ber ku ji zêdetirîn bajarên ku mirov tê de dijîn (16 milyon kes) û piraniya nexweşên vîrusa Covid-19 li wê derê ne.

Îmamoglu got Stenbol niha xeta pêş a şerê Tirkiyê yê li dijî Koronavîrusê ye lê ew bi tirs e ku gelek dem derbas bûbe da ku Koronavîrusê bixin bin kontrola xwe.

Her wiha yek ji xwediyên dikanên bazirganiyê li Stenbolê wiha got: "Ez dibêjin ku hikumeta me ketiye rewşeke madî ya zehmet. Ji ber wê dê girtinê heta ku bikare paşde bixe da ku demê bibîne."

bx