​​​​​​​5 hezar pakêtên alîkariyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin belavkirin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 5 hezar pakêtên alîkariyê li şêniyan belav kirin.

​​​​​​​5 hezar pakêtên alîkariyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin belavkirin
​​​​​​​5 hezar pakêtên alîkariyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin belavkirin
​​​​​​​5 hezar pakêtên alîkariyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin belavkirin
​​​​​​​5 hezar pakêtên alîkariyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin belavkirin
​​​​​​​5 hezar pakêtên alîkariyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin belavkirin
7 nîsan, 2020   12:23
HELEB

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro 5 hezar pakêtên alîkariyê ji dermanên cilan li malbatên her du taxan belav kirin. Piranî alîkarî li malbatên ku xebatên wan ji ber qedexekirina çûn û hatinê hatine sekinandin, hatin belavkirin.

Di nava alîkariyan de sabûn, lodelîn, klor û dermanê cilşûştinê hene. Alîkarî li komînan têne belavkirin û ew jî li malbatan belav dikin. Li taxa Eşrefiyê 250 pakêt û li taxa Şêxmeqsûdê jî 4 hezar û 750 pakêt hatin belavkirin.

Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîna Ebdo wiha got: "Ji ber belavbûna Koronavîrusê li cîhanê em tedbîrên pêwîst digirin da ku şêniyan ji vîrusê biparêzin û qedexekirina çûn û hatinê Ii taxê hat ferzkirin."

Valentîna spasiya şêniyên her du taxan kir ku li gorî biryara qedexekirinê tev digerin, her wiha spasiya hemû sazî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC`ê kir ku xizmeta şêniyan dikin da ku wan ji vîrusê biparêzin.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/auRW6NI30wo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>