Cenazeyê şehîd Xalo Kobanê hate oxirkirin

Di nava tedbîrên pêwîst ên hatine girtin de da ku Koronavîrus li herêmê belav nebe, cenazeyê şehîd Xalo Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Xalo Kobanê hate oxirkirin
7 nîsan, 2020   11:55
KOBANÊ

Malbata şehîd Ehmed Mehmûd Muslim (Xalo Kobanê) û hejmareke  endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Xalo Kobanê ku şervanê QSD`ê bû, dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di encama krîza dil de li navçeya Çelebiyê ya Kobanê jiyana xwe ji dest dabû.

(bx)

ANHA