Mijarên rojnameyên erebî - 7 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro der barê xebatên pêşîlêgirtina belavbûna vîrosa koronayê ya nû (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nivîsîn, her wiha geşedanên li Iraqê û aloziya avakirina hikûmetê, dîsa aloziya hikûmeta Tirkiyê li hember Koronavîrusê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî - 7 Nîsan
7 nîsan, 2020   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: KÊMBÛNA DERFETAN XEBATÊN PÊŞÎLÊGIRTINA KORONAVÎRUSÊ LI BAKUR ROJHILATÊ SÛRIYÊ ASTENG DIKE

Rojnameyê nivîsî: "Ji ber kêmbûna derfetên tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser berê xwe da qedexeya derketinê, ji ber ku belavbûna vîrusê dê encamên pir xerab bi xwe re bîne.

Qedexekirina derketinê ku li gelek dewletan bûye çareya tekane, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bûye zagon û her kes pêk tîne, lewma bûye çeka herî baş a pêşîlêgirtina Koronavîrusê.

Rêveberiyê zû tedbîrên xwe girtin, ji ber ku dizane derfetên wê yê tenduristiyê kêm in, lewma eger nexweşî belav bû dê neyê kontrolkirin, ji ber ku di encama şerê salên dirêj de navendên tenduristiyê pir kêm bûne.

Saziyên ragihandinê yên herêmî daxuyaniya endamê Şaneya Aloziyê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin Telet Yûnis weşand. Yûnis diyar kir ku welatiyan di hefteya destpêkê ya qedexeya derketinê de biryar bi awayekî baş pêk anî, her wiha diyar kir ku pêvajoya bê dê "hestyar" be.

Tişta balkêş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku ji aliyê civakî û siyasî ve reftarên erênî ne li dijî vîrusê, her wiha hinek partiyan çalakiyên xwe yên girseyî rawestandin.”

ŞERQ EL-EWSAT: PIŞTÎ KU NAVÊ EL-KAZIMÎ LI ŞÛNA EL-ZURFÎ HATE PÊŞNIYARKIRIN ALOZIYEKE NÛ LI IRAQÊ RÛ DA

Der barê rewşa Iraqê de rojnameyê nivîsî: "Ta duh jî, pêşniyarkirina navê Mistefa El-Kazimî bo avakirina hikûmeta Iraqê, cihê gumanê bû, bi taybet ji ber ku gelek komên çekdar û komên siyasî yê şîeyan, gelek tawanbarî arasteyî El-Kazimî dikirin, yek ji wan tawanbariyan ku destê wî di kuştina serokê ‘Feyleq El-Quds’ Qasim Suleymanî û cîgirê serokê ‘Heşdî Şabî’ Ebû Mehdî El-Muhendis de heye.

Her wiha tê gotin ku El-Kazimî li aliyê Amerîkayê ye, lewma tu cudahî di navbera wî û El-Zurfî de tune ye ku her du jî alîgirên Amerîkayê ne.

E-EREB: OPOZÎSYONA TIRKIYÊ DIBÊJE ERDOGAN DI EZMÛNA KORONAYÊ DE TÊK ÇÛ

Der barê geşedanên li Tirkiyê û mijara hewldanên pêşîlêgirtina Koronayê de rojnameyê wiha nivîsî: "Partiyên opozîsyonê yên Tirkiyê roja duşemê, rexneyên dijwar li hikûmetê û serokkomar Receb Tayyîp Erdogan kirin.

Koronayê êdî li dora Tirkan teng kiriye, Erdogan jî hewl dide kêmasiyên pêvajoya rêvebirina krîza Koronayê derbas bike. Di hemam demê ku Erdogan civîneke girtî ya bi rêya televîzyonê bi endamên hikûmetê re bi rê ve dibir, ji bo nirxandina awayên pêşîlêgirtina Koronayê. Lîderê opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglu hişyarî da ku dê welat di bin siya siyasetên rejîmê ber bi aloziyeke mezin a aborî û civakî ve biçe.

Kiliçdaroglu ji medyayê re ragihand ku "Dibe Tirkiye di hêla tenduristiyê de bi ser bikeve, lê ew ê di hêla civakî û aborî ve bişikê." Kiliçdaroglu wiha got: "Eger rejîma siyasî li gorî hişmendiya xwe ya niha dewam kir, em ê bikevin krîzeke pir bitirs û rewşeke pir biêş."

Opozîsyon hewl dide carinan kiryarên Erdogan eşkere bike, bi taybet ku hikûmet her ku dikeve krîzê, devê opozîsyonê digire.

Çavdêr dibêjin ku bilindbûna asta dijberiya siyasetên Erdogan, yê ku welat xistiye gelek aloziyan, dê rê veke ku binesaziya partiya wî hilweşe. Her wiha diyar kirin ku mijara pêşîlêgirtina Koronayê ji hikûmeta Tirkiyê ezmûneke girîng e, jixwe xuya ye ku opozîsyon dibêje ku Erdogan di ezmûnê de têk çûye."

EL-BEYAN: ÇETEYÊN ERDOGAN WINDAHIYÊN MEZIN DIDIN

Rojnameya El-Beyan der barê windahiyên di nava refên çeteyên Sûriyê yên li Lîbyayê de nivîsî: "Çavkaniyeke leşkerî ya Lîbyayê ji El-Beyan re ragihand ku destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê veguheriye êrişeke rasterast, Tirkiye bi rêya dronan êrişî karwanên sotemenî û derman û lojîstîka ku diçe gund û bajarên herêmên rojava, dike. Her wiha li gelek herêman êrişên xwe zêde kirine, piştî ku dît cîhan hemû bi mijara Koronayê mijûl bûye.

Çavkaniyê diyar kir ku rejîma Tirkiyê êdî hêza NATO`yê li dijî saziyên sivîl bi kar tîne, binesaziya welêt hildiweşîne û welatiyan ditirsîne.

Der barê heman mijarê de duh hate ragihandin ku dronên Tirkiyê li derdora bajarê Benî Welîd êrişî karwanekî sotemenî û lojîstîkê kir.

Serokê hikûmeta Lîbyayê ya demkî Ebdela El-Senî êrişên li dijî karwanên sotemenî û derman û pêdiviyên xwarinê ku hikûmet ji bajarokên herêmên rojava re bi rê dike, şermezar kirin. El-Senî her wiha êrişa li dijî balefireke ku pêdiviyên tenduristiyê vediguheztin, şermezar kir, her wiha got ev pêdiviyên tenduristiyê ji nexweşxaneyan re dihatin şandin da ku amadekariyên pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê temam bikin.”