Li Dêrazorê ji bo Koronavîrusê navendên karantînayê hatin amadekirin

Komîteya Tenduristiyê û Şandeya Aloziyê li gundewarên Dêrazorê gelek navendên karantînayê di çarçoveya pêşîlêgirtina Koronavîrusê de amade kirin, her wiha bijîşkekî ji herêmê piştrast kir ku heta niha tu rewşên pêketina Koronavîrusê nehatine qeydkirin.

Li Dêrazorê ji bo Koronavîrusê navendên karantînayê hatin amadekirin
Li Dêrazorê ji bo Koronavîrusê navendên karantînayê hatin amadekirin
Li Dêrazorê ji bo Koronavîrusê navendên karantînayê hatin amadekirin
Li Dêrazorê ji bo Koronavîrusê navendên karantînayê hatin amadekirin
Li Dêrazorê ji bo Koronavîrusê navendên karantînayê hatin amadekirin
7 nîsan, 2020   08:18
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

Duh Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema qedexekirina derketina derve 15 rojên dîtir zêde kir.

Der heqê tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê (Covid-19) de, Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Şaneya Aloziyê li Dêrazorê navendên karantînayê amade kirin.

2 navendên tenduristiyê li gundewarên rojhilat, navendek li Nexweşxaneya El-Siwer El-Muhedese, navendeke li Nexweşxaneya El-Kîsra ya rojavayê Dêrazorê hatin amadekirin, her wiha di navendan de alav û pêdiviyên guncaw hatin danîn.

Têkildarî van navendan û amadehiyên wan Dr. Ehmed El-Umêr gerînendeyê Nexweşxaneya El-Kîsra û endamê Şaneya Aloziyê ye, wiha got: "Me tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê, keşifkirina nexweş, kesên berê xwe didin nexweşxane û navendên tenduristiyê pêk anîn."

Dr. Ehmed diyar kir ku navendên karantîna û alavên wê amade kirin û wiha axivî: "Dê navend bibe 3 beş, mîna nexweşên sivik ku karantînaya wan di malê de be, nexweşên navîn dê li navenda El-Siwer û navendên gundewarên rojhilat be, her wiha ji rewşên giran re jî Nexweşxaneya El-Kîsra bi deh alavên nefesê amade ye, her wiha dayîna oksîjen, derman û pêdiviyên bijîşkî jî tê de hene."

Dr.Ehmed bang li şêniyan kir ku ji têkiliyên civakî di dema qedexekirina derketinê de ji ber parastina ji Koronavîrusê bi dûr bikevin, di malên xwe de bin û got ew wek kadroyên bijîşkî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser kar û erkên xwe ne.

Dr.Ehmed El-Umêr di dawiyê de piştrast kir ku heta niha tu rewşên pêketina Koronavîrusê li herêmê nehatine tomarkirin.

fr

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PbTvicnXsvc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>