Odeya Yekitiya Hilberîneran a Helebê fonên karkerên warşeyan dide

Odeya Yekitiya Hilberîneran a bajarê Helebê piştî biryara rawestandina tevahiya werşeyan di çarçoveya qedexeya derketina derve de, fonên karkerên xwe yên ku neçar mane kar rawestînin, pêşkêş dikin.

Odeya Yekitiya Hilberîneran a Helebê fonên karkerên warşeyan dide
6 nîsan, 2020   09:37
HELEB - SOLÎN REŞÎD - ARIF SILÊMAN

Bi biryara qedexeya derketina derve re Odeya Yekitiya Hilberîneran a bajarê Helebê biryar der heqê werşeyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan da ku kombûnan kêm bike. Ji ber wê kar li tevahiya werşeyên di nav her du taxan de rawestandin. Derdora 7 hezar heya 8 hezar karker di weşeyan (atolye) de dixebitîn.

Her wiha di çarçoveya qedexeya derketina derve de şênî ji malen xwe dernakevin, tenê di rewşên pêwîst de derdikevin.  Odeya Yekitiya Hilberîneran piştî ku karker li malê man, alîkarî ji wan re pêşkêş kirin da ku bikarin pêdiviyên malbatên xwe peyda bikin.

Ruxmî karê hilberîneran bi xwe rawestiye û êdî hilberînên werşeyan li ser wan bûne bar ji ber rawestandina anîn û derxistina hilberînan di navbera herêman de, lê hilberîneran dev ji karkerên xwe berneda.  Girêdayî wê endamê rêveber ê Komîteya Têkiliyan a Odeya Yekitiya Hilberîneran Farûq Ereb ji ANHA`yê re axivî.

Farûq Ereb destpêkê hêviya başbûnê ji tevahiya nexweşên Koronavîrusê re xwest û sersaxî ji bo kesên ji ber vîrusê mirine xwest. Ereb got: "Wek Odeya Yekitiya Hilberîneran a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye me tedbîrên pêwîst li dijî Koronavîrûsê girtin. Ji destpêka qedexeya derketina derve ve me fonên tevahiya karkeran serf kirin."

Ereb rave kir ku ew ji tevahiya hilberînerên ku erkên xwe yên mirovî li hemberî karkeran di vê aloziyê de tînin cih, spasiyê dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SV2bdrMo9io" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>