​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 6 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li herêmên Sûriyê yên di bin desthilata dewleta Tirk de ne nivîsî, her wiha mijara destewerdana Tirkiyê li Lîbyayê û belavbûna Koronavîrusê jî di rojevê de bûn.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 6 Nîsan
6 nîsan, 2020   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: KOMÊN SÛRIYÊ YÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYÊ PROTESTO DIKIN

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî : "Asta nerazîbûna di nava refên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de zêde dibe, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê. Duh bi dehan çekdarên komên Sûriyê yên ku bi artêşa Tirk re beşdarî operasyona "Kaniya Aştiyê" bûne, li qada El-Elem ya bajarê Til Ebyedê kom bûn û xwest wan veguhêzin herêmên "Mertalê Firatê" û "Çiqilê Zeytûnê" ku herêmên rojavayê Firatê ne û di bin desthilata Tirkiyê de ne. Her wiha ji artêşa Tirkiyê xwestin ku mûçeyên wan ên mehane bidin wan. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got çekdaran gule bi asmanan ve teqandin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Komên girêdayî Tirkiyê li dijî siyasetên Tirkiyê protesto dikin."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kir ku Tirkiyê di demên dawiyê de emîrekî berê yê DAIŞ`ê ku berpirsyarê gelek sûcên kuştin û revandinê ye, ji zindanê berda û ew kes li Til Ebyedê li gel komeke çekdar di zindanê de bû.

Navendê duh di raporekê de diyar kir ku wan ji çavkaniyên ji bajarê Til Ebyedê bihîstiye ku lîderê DAIŞ`ê yê bi navê Feysel Bilo ku bi nasnav Emîr Ebû Ehmed tê naskirin, roja înê ji zindana koma bi navê Feyleq El-Şam hatiye berdan û ew vegeriyaye mala xwe ya li gundê Elbedî yê başûrê bajarê Til Ebyedê.

EL-BEYAN: LI TRABLUSÊ LOBÎ Û NAVENDÊN XIZMETA BERJEWENDIYÊN TIRKIYÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Yek ji sedemên sereke yên destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê, sedemên aborî ne. Erdogan jî bi rêya saziyên partiya xwe û bi rêya medyayê dixwaze bi van sedeman gelê xwe razî bike. Welatiyên Lîbyayê jî behsa hin navendên desthilata aborî û siyasî dikin li Trablusê. Ev navend di salên dawiyê de ji aliyê Enqereyê ve hatine peydakirin, piştî ku axa Tirkiyê bûye cihê sermayeyên Lîbyayê yên hatine dizîn, çi ji aliyê lîderê Îxwanan û mîrên şer ve, çi ji aliyê berpirsyar û bazirganan ve ku nêzî 291 kesî ji wan nasnameya "hilbirînê" ya Tirkiyê standiye. Her wiha lîderê komên terorîst ên Lîbyayê pere û sermayeyên xwe veguhêzin Tirkiyê.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Tirkiyê pir komên mafyayê li Lîbyayê ava kirin. Yek ji wan mafyaya kel û pelan e ku bûye mîna kurmekî û her tiştî dixwe. Di vê derarê de Yekitiya Lîbyayê ya navdewletî ya li dijî gendeliyê gilînameyek da aliyên çavdêriyê û serokatiya parlemanê. Di nameyê de rêxistina Îxwan El-Muslimîn û milîsên Trablusê têne tawanbarkirin ku kargeha ‘Elmaya’ ya çêkirina dermanan dizîne û veguhastine Tirkiyê. Her wiha xwest ku vê mijarê lêkoîn bikin.

Her wiha gelek zirar gihîşte tora elektrîkê ya Lîbyayê, ji ber ku bi bihayê milyar dolaran kablên wê hatin dizîn û bo Tirkiyê hatin veguhastin.”

EL-EREB: KUŞTINA LÎDEREKÎ HIZBULLAHÊ ALIYEKÎ DIN Ê ALOZIYÊ NÎŞAN DIDE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsand: "Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê diyar kir ku kuştina lîderê Hizbullahê Mihemed Elî Yûnis ku roja şemiyê li başûrê Lubnanê hate kuştin, aliyekî din ê aloziya partiyê dide nîşan, bi taybet aliyê wê yê gendeliya diravî.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku Yûnis lîderekî li pêş bû. Ji refên duyemîn ê partiyê bû. Her wiha berpirsê dosyayeke girîng bû bi navê “Dosyaya Ewlehiya Dijber".

Erkê wî yê sereke ku nehêle ji derve derbasbûnên nerewa di nava partiyê de çêbin. Ew ji bo vê mijarê li başûrê Lubnanê dixebitî.

Çavkanî diyar dikin ku Yûnis li herêma di navbera bajarokên Qaqiyet Elcisir û Zoter a rojavayê başûrê Lubnanê de hatiye kuştin ku ev herêm bi tavahî di bin desthilata Hizbullahê de ye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku Hizbullahê hema bi lez ragihand ku sê erebeyan li pêşiya Yûnis kemîn vedaye. Lê hin derdorên li başûr dibêjin ku tu alî, Îsraîl jî di nav de, nikare li wê herêmê ji bo lîderekî Hizbullahê kemînekê vede. Ji ber ku partî hemû tiştê li wir dizane ku dizane kî derbasî wê herêmê dibe."

ŞERQ EL-EWSAT: LI EWROPAYÊ HÊVÎ… AMERÎKA JÎ XWE JI REWŞA XERABTIR RE AMADE DIKE

Der barê vîrusa koronayê de rojnameyê nivîsî: "Du dewletên ku pir zirar ji koronayê dîtin, pêvajoya lûtkeya belavbûnê derbas kir, lewma êdî roniyeke hêviyê xuya dike. Piştî ku hejmara qurbaniyên koronayê li cîhanê gihîşte 60 hezaran, êdî Îtalya û Spanya ku nêzî ji sedî 40 qurbanî li ba wan çêbûn, bi hêvî ne ku vegerin jiyana xwe ya asayî. Ewropa difikire dê vegere jiyana xwe ya asayî.

Serokê Amerîkayê hişyarî da ku welatê wan dê "bikeve pêvajoyeke dijwar". Amerîkayî xwe ji rewşeke xerab re amade dikin û nexweşxaneyan ava dikin. Her wiha keştiyeke tenduristiyê ya mezin li New Yorkê rawestiya.”