​​​​​​​Li rojavayê Kobanê dewriyeyeke hevbeş a nû pêk hat

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş a nû bi hêzên dewleta Tirk a dagirker re li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li rojavayê Kobanê pêk anî.

​​​​​​​Li rojavayê Kobanê dewriyeyeke hevbeş a nû pêk hat
6 nîsan, 2020   09:39
KOBANÊ

Di çarçoveya lihevkirinên Soçiyê de ku di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de ku 22’yê Cotmeha sala borî pêk hatine, polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker dewriyeyên hevbeş li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li bakurê Sûriyê pêk tînin.

Beriya çend kêliyan dewriyeyeke nû ya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li rojavayê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gundê Aşmê bi beşdariya 4 panzerên Rûsyayê û 4 panzerên dewleta Tirk dest pê kir.

Dê dewriye li gundên Aşmê, Çarqilî, Cebnê, Kataş, Ceb Ferec, Dirbazîn, Bênder, Qereh Kuyî, Qolî, Sosan, Siftek, Boban, Xorxorî, Dîkmetaş û Qeranê bigere.

fr

ANHA