Çapemeniya Îmaratê: Rêveberiya Xweser bi tena xwe li hember Koronavîrusê disekine

Rojnameya The National a Îmaratê diyar kir ku Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tena serê xwe li hember karesata Koronavîrusê (Covid-19) disekine. Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê tu alîkariyan jê re pêşkêş nake û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê alîkarî pêşkêşî hikumeta Şamê û Idlibê kir lê ev herêm bê alîkarî hişt.

Çapemeniya Îmaratê: Rêveberiya Xweser bi tena xwe li hember Koronavîrusê disekine
6 nîsan, 2020   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê da zanîn ku bi zêdebûna rewşên nexweşên Koronavîrusê li Sûriyê re têkiliyên tevlihev bi hikûmetê re û qeydên ku li ser alîkariyên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne ferzkirin, hişt ku Rêveberiya Xweser a bi serkêşiya Kurdan di tecrîdê de be û bi tena serê xwe li beramberî Koronavîrusê disekine.

WHO BI PÎVANÊN NEWEKHEV TEV DIGERE

Rojnameyê wiha nivîsî: "Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dest bi testa Koronavîrusê li herêma Idlibê ya ku şer parçe kiriye, kir. Rêxistinê hezar û 200 test radestî hikumeta Şamê kirin. Lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî tu alavên testê, parastin û alîkariyên navneteweyî hiştin.”

Rojnameyê li ser zimanê hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Raperîn Hesen ev tişt got: "Hikumeta Sûriyê qet alîkariyê ji me re nake. Hikumet derfetê nade me ku miqdarê komên testan nas bikin û tişta ku digihêje wan, ji me re naşînin.”

Hikumeta Sûriyê hejmareke biçûk ji nexweşên Koronavîrusê ragihand û ew kêmtirîn hejmar ji yên dewletên din li herêmê ye. Li gorî çavdêran ku hejmara kêm, diyar dike ku zelalbûn li gel Şamê kêm e û NY`yê ew hejmar wek zinarê çiyayê qeşayê bi nav kir.

Raperîn Hesen got ew bi hêvî ye heger Koronavîrus li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe, hikumeta Şamê alîkariya wan bike. Lê rêveberî dibîne ku ne pêkan e, ji ber ku hikumeta Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ`ê de qet alîkariya wan nekir.

Nûnera WHO’yê ya Sûriyê Nemet Seîd got rêxistina NY`yê tu pirsgirêkan nabîne heger Şam komên testê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re parve bike. Nemet Seîd ji The National re diyar kir ku her du alî baş dizanin ku vîrus xetên serweriyê nas nake.

Rojnameyê destnîşan kir ku li herêmê navenda testê ya herî pêşketî li bajarê Serêkaniyê bû, piştî êrişên 9’ê Cotmehê yên artêşa Tirk ji xizmetê derketin, her wiha heta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek testan bi dest jî bixe, divê mestereyan (eyînatan) bişînin taqîgehên navendên tenduristiyê yên li Şamê ku dê hefteyekê dewam bike heta encam diyar bibin.

Bijîşk Nemet Seîd anî ziman ku WHO bi dengekî bilind banga berfirehkirina testan li seranserî welat dike lê nekarî demekê diyar bike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên tenduristiyê yên baş amadekirî tune ne û di vê derbarê de Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku tenê 27 alavên nefesê hene û hejmara şêniyan jî derdora 5 milyonan e.

Raperîn Hesen diyar kir ku tiştên herî zêde pêwîstiya wan pê heye, alavên parastinê ne, alavên nefesê û perwerdeyê  ne, her wiha li ser alîkariya ji WHO’yê ya ji bo perwerdekirina şêniyan têkildarî Koronavîrusê û alîkariya dîtina cîhên karantînayê lêkolînan dikin.

GIRTINA DERIYÊ TIL KOÇERÊ BANDOR LI DERBASBÛNA HEWCEDARIYÊN TENDURISTIYÊ KIR

Girtina deriyê Til Koçer anku deriyê Yairûbiyê yê bi ser sînorê Iraqê ve bandor li derbaskirina alîkariyên tenduristiyê yên ji herêmê re kir.

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ev gav di bin zexta hevalbenda hikumeta Sûriyê Rûsyayê de erê kir. Rûsya gefa bikaranîna vetoyê li dijî derbaskirina alîkariyên bi rêya sînor xwar. Deriyê Til Koçerê tekane deriyê rasterast a derbaskirina alîkariyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Koordînatorê rewşên awarte yê NY`yê Mark Lowcock got ji destpêka girtina derî ve pêwîstiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariya tenduristiyê heye.

Mark Lowcock di 30’yê Adarê de Meclisa Ewlehiyê agahdar kir ku gelek navendên tenduristiyê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên xwe dispart alîkariyên bi rêya deriyê Yairûbiyê dihatin, niha ew alîkarî bi rêya deriyên alternatîf ji wan re nayê. Her wiha metirsiya Rêveberiya Xweser ji kampa Holê re anî ziman û got: "Li kampa Holê zêdetirî 70 hezar zarok, jin û di nav wan 5 hezar kesên ji welatên biyanî hatine, hene ku ji berîkên dawîn ên DAIŞ’ê li Baxozê ji Adara sala borî ve hatin.”

Rêveberiyê serdana kampê qedexe kir, dema yek derbas bibe jî germahiya laş tê girtin da ku kesên bi Koronavîrusê ketine, derbasî kampê nebin. Her wiha ji rêxistinên nehikumî  xwest hejmara karkerên li kampê dixebitin, kêm bike.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Hundirîn Heval Mehmûd da zanîn ku ew ê li nava kampê navendên karantînayê çêkin, lê ew ditirsin ku vîrus berbelav bibe û WHO nebe alîkar.

Mehmûd ji The National re parve kir ku li kampa Holê 3 nexweşxaneyên meydanî hene lê ji ber derfetên wan zêde tune ne, heke nexweşî berbelav bû, nikarin bibin bersiv, heta li bajarên sereke alavên nefesê jî tune ne.

(bx-eh)