​​​​​​​Hemleya dezenfektekirinê li Qamişlo berdewam e

Şaredariya Gel a Qamişlo, hemleya dezenfektekirinê li kolanên sereke yên bajarê Qamişlo berdewam dike.

​​​​​​​Hemleya dezenfektekirinê li Qamişlo berdewam e
2 nîsan, 2020   11:17
QAMIŞLO

Îro hemle li kolana sereka ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo dest pê kir, her wiha wê hemle li kolana Siyahî û Quetlî dewam bike.

Şaredariya Gel Qamişlo ji roja yekemîn a qedexeya çûn û hatinê de, dest bi hemleyên dezenfektekirina kolanê sereke yê bajarê Qamişlo kir.

Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya çûn û hatinê û rawestandina dibistan û zanîngehan ji 23`yê Adarê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin.

Qedexeya çûn û hatinê derbasî roja xwe ya 11’an bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dkpqEpmS0fk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>