Îsraîlê ji bo piştevaniya ji Xezayê re şertê vegerandina leşkerên xwe yên dîlgirtî danî

Wezîrê artêşê yê Îsraîlê got "Ji bo têkoşîna li dijî Koronavîrusê heke Xeza şertên Îsraîlê bi cih bîne, em ê alîkariya mirovî pêşkêşî wê bikin. Şertên Îsraîlê jî vegera leşkerên li cem tevgera Hemasê dîlgirtî ne."

Îsraîlê ji bo piştevaniya ji Xezayê re şertê vegerandina leşkerên xwe yên dîlgirtî danî
2 nîsan, 2020   11:15
XEZA

Wezîrê artêşê yê Îsraîlê Naftali Bennett ragihand ku Îsraîlê alîkariyên mirovî û tenduristiyê yên ji bo parastina ji Koronavîrusê (Covid-19) nade Xezayê lê heke wekî bi nav dike "Hewcedariyên mirovî yên Îsraîlê" pêk bîne dê alîkariyê pêşkêşî Xezayê bike. Şertê Îsraîlê ew e ku leşkerên di şerê sala 2014`an de li Xezayê dîl hatine girtin, serbest werin berdan.

Wezîr ji Reutersê re diyar kir ku dema nîqaşa piştevaniya Îsraîlê ji Xezayê re were vekirin, ew ê eşkere bibêjin ku Îsraîl jî xwedan hewcedariyên mirovî ye û ew jî vegerandina leşkerên wê ye. Her wiha destnîşan kir ku texmîn dike ku têkildarî hewcedariyên mirovî yên ji bo Îsraîlê û Xezayê pêwîstî bi diyalogên berfireh hene û nabe ev mijar ji hev qut werin dîtin.

BERSIVA TEVGERA HEMASÊ

Tevgera Hemasê bersiva daxuyaniya wezîrê artêşa Îsraîlê da û wiha da zanîn: "Heke vîrusa koronayê li Xezayê berbelav bibe divê Îsraîl berpirsyariya xwe rake, ji ber ku ji beriya 14 salan ve Îsraîlê Xezayê dorpêç kiriye."

Berdevkê tevgerê Hazim Qasim wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dagirker ji beriya çend salan ve li Xezayê sûcan pêk tînin û bi derketina vîrusê re rewş hîn kambaxtir bûye."

Wezareta Tenduristiyê ya Filistîne li Xezayê heta niha 12 rewşên vîrusê tomar kirine.

(eh)