Li Filistînê û Îsraîlê hejmara kesên bi vîrusê ketine zêde dibe

Hejmara kesên li Filistînê bi Koronavîrusê ketine, gihaşt 155 kesan. Her wiha li Îsraîlê jî 6 hezar û 360 kes bi vîrusê ketine û 32 kes mirine.

Li Filistînê û Îsraîlê hejmara kesên bi vîrusê ketine zêde dibe
2 nîsan, 2020   11:22
XEZA

Îro berdevkê hikumeta Filistînê Îbrahîm Milhim ragihand ku li Difa El-Xerbiye 21 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Milhim wiha got: "Hejmara kesên li Xeza û Difa El-Xerbiyê bi vîrusê ketine gihaşt 155 kesan."

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî 10 rewşên nû û mirina kesekî ragihand.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku hejmara kesên li Îsraîlê bi vîrusê ketine, gihaştiye 6 hezar û 360 kesan.

(eh)

ANHA