Li gundên Şedadê biryara qedexeya derketina derve pêk tê

Şêniyên herêma Şedadê û gundewarên wê biryarên Rêveberiya Xweser pêk tînin û diyar dikin ku qedexeya derketina derve ji bo parastina wan e.

Li gundên Şedadê biryara qedexeya derketina derve pêk tê
2 nîsan, 2020   09:48
HESEKÊ-BASIL EL-DEXÎL

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê, Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya 11 rojan qedexeya derketina derve ragihand û ji sedî 90 ji şêniyên herêmê pabendî vê biryarê ne.

Şêniyên navçeya Şedadê ya başûrê kantona Hesekê û gundewên girêdayî wê jî biryarên Rêveberiya Xweser pêk tînin û ji malên xwe dernakevin. Kolanên navçeyê vala ne û tenê dikanên firotina madeyên xwarinê ji bo peydakirina pêdiviyê şêniyan, li ser kar in.

Li gundê El-Herîrî yê rojhilatê Şedadê ku piştî navenda navçeyê duyemîn cih e ku hejmara zêde ya şêniyan lê bi cih dibe, bi armanca xweparastina ji Koronavîrusê, biryara qedexeyê pêk tê û şênî ji malên xwe dernakevin.

Yek ji şêniyên gundê El-Herîrî Elî El-Hemîd (55) diyar kir ku biryarên Rêveberiya Xweser ji bo parastina welatiyan in û şênî bi serwextî nêzî biryara qedexeyê dibin. El-Hemîd anî ziman ku hemû dikan ji bilî yên ne di nava qedexeyê de, hatine girtin û got: "Di dema qedexeya derketina derve de, ji bo peydakirina pêwîstiyên şêniyan dikanên firotina madeyên xwarinê vekirî dimînin."

Elî El-Hemîd xwest ku nan bi miqdareke zêde bê peydakirin, ji ber ku her 3 an 4 rojan carekê nan digihêje wan.

Welatiyê bi navê Besam El-Ibrahîm jî da zanîn ku ji bo wergirtina nan, şêniyên gund xwe bi rêxistin dikin û li komên biçûk ji 3 heta 5 kesan da ku kombpn çênebe, diçin nanê xwe werdigirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_bVbzBJibRk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>