Partiya Pêşerojê ya Sûriyê belavok û maskan belav dike

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê kantona Kobanê di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê (Covîd-19) de dest bi belavkirina mask û belavokan li şêniyan kir.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê belavok û maskan belav dike
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê belavok û maskan belav dike
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê belavok û maskan belav dike
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê belavok û maskan belav dike
31 adar, 2020   09:10
KOBANÊ

Îro endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li gelek deverên bajarên Kobanê belav bûn ku bi sedan mask û lepikên dezenfektekirî li şêniyan belav bikin.

Piştî rojekê ji belavkirina bi sedan belavokan li bajêr ku tê de çawaniya xweparastina ji Koronavîrusê tê vegotin, mask û lepikên dezenfektekirî li şêniyan hatin belavkirin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 23’yê Adarê de derbasî qedexeya derketina derve bûne, tu rewşên pêketina Koronavîrusê heta niha lê nehatine tomarkirin, di heman demê de Rêveberiya Xweser gelek tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê girtine.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G6lBqOO0wF4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>