KNK: Gelê Kurd doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomîne

KNK'ê di salvegera 73'yemîn a darvekirina wan de Qazî Mihemed û hevalên wî bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û diyar kir ku  “Li hemberî ku melayên Îranê, cezayê darvekirina ciwanên Kurd bi kar tînin, ciwanên Kurd di zindanan de rehîn digirin û di bin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tînin jî, gelê Kurd têkoşîna xwe bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomîne.”

KNK: Gelê Kurd doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomîne
31 adar, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera 73’yemîn a darvekirina serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî Seyf Qazî û Sadr Qazî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

 "Berî 73 salan wekî îro, di 31'ê Adara 1947'an de piştî têkçûna Komara Kurdistanê li Mehabadê, damezirîner û serokê komarê pêşewa Qazî Mihemed, wezîrê parastinê û cîgirê serokkomar Seyf Qazî û nûnerê Mehabadê li parlamenta Îranê û nûnerê Qazî Mihemed li Tehranê Sadr Qazî, li sêdarê dan.

Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlankirin û destketên mezin ên rêxistina civaka kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdariyê tê de. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalîzma navneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê, dawî bi komarê hat. Bi wê jî nesekinîn, heta damezirîner û serokê wê jî li sêdarê dan. Dîsan bi plan û planên kolonyalîzma navneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên gele Kurd binpê kirin û di wî parçeyê Kurdistanê de dagirkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wê demê de biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû, di nava wan şert û mercên giran ên bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyemîn de. Lew ew hewl û cangoriya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya rejîma Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku melayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên Kurd bi kar tîne, ciwanên Kurd di zindanan de rehîn digire û di bin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tîne jî, gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomîne.

Em weke KNK, di bîranîna 73 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî û hemî şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Her wiha di serî de dagirkerên rejîma Îranê û hemî dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."