Mijarên rojnameyên erebî – 31 Adar

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa hebûna Îranê li Sûriyê, aloziya Iraqê û berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 31 Adar
31 adar, 2020   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: ÎRAN PLAN DIKE DÊRAZOR BI DOMDARΠBI LAZIQIYÊ VE GIRÊDAYÎ BIMÎNE

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, bi taybet hebûna Îranê tê de kir. Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Îran hewldanên xwe geş dike ku plana hebûna daîm li Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Ew jî bi hedefa çêkirina "korîdoreke bejahî" ku Laziqiyê ya bi ser Deryaya Spî ve girê bide, her wiha Lubnan û Iraqê jî bi rêya Sûriyê bi hev ve girê bide.

Piştî yekîneyên Heşd El-Şebî yên Iraqê yên bi piştevaniya Îranê beşeke mezin ji xaka Iraqê ji bin serweriya rêxistinê rizgar kir û serwerî li bajarê Qaîm kir, hêzên rejîma Sûriyê bi hevkariya bi Îran û milîsên wê di Mijdara 2017’an de herêma Bokemal a bi ser sînorê Sûriye-Iraqê ve ji DAIŞ’ê rizgar kir.

Tehranê diyar kir ku pêşdeçûnên pêk hatine li gel serweriya hêzên Amerîka û hevalbendên wê yên herêmî li ser 2 dergehên sereke yên Iraqê bi Sûriyê ve girê didin, girîng in. Her wiha Amerîka herêmên nêzî dergeha Tenef a başûrê rojhilatê Sûriyê vegerand baregeha leşkerî ya sereke, di heman demê de QSD’ê bi piştevaniya Washingtonê dergeha Yeirûbiyê serwer kir.

Li aliyekî din jî piştî daxuyaniya QSD’ê ku hin DAIŞ’iyên girtî deriyên hundir ên girtîgehê hilweşandin û tax li dîwaran vekirin, dûre bi daxuyaniyeke din da zanîn ku xwepêşandana di girtîgeha Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku tê de bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê hene, hat kontrolkirin.

EL-EREB: ABDULMEHDÎ JI BO MAYÎNA LI SER DESTHILATÊ TEORIYA DERBEYA LI DIJÎ ŞÎE GEŞ DIKE

Têkildarî Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hikumeta serokwezîrê Iraqê yê istîfakirî Adil Abdulmehdî û milîsên şîe yên alîgirên Îranê li dijî DYA’yê nakokiyan bilind dikin da ku bigihînin asta herî jor.

Abdulmedî duh fişarên serokên milîsên ên ku piştevanê yekane yên hikumeta niha nebersivandin, her wiha daxuyaniyek li dijî balafirên Amerîkayê yên li asîmanê Iraqê weşand ku "ne ruxsetkirî ne", bi wê re daxuyanî û xîtaba Îranê yê serwerê siyasî li Iraqê ye, dişibin hev.”

EL-BEYAN: FERMANDARÊN ARTÊŞA LÎBYAYÊ; ARTÊŞA ME DIKARE BERJEWENDIYÊN TIRKIYÊ TÊK BIBE

Der barê Lîbyayê de rojnameya El-Beyan li ser zimanê fermandarên leşkerî yên Lîbyayê piştrast kir ku civîneke giştî ya gel a piştevaniya fermandariya giştî ya hêzên çekdar li dijî berjewendiyên derve, jê jî dewleta Tirk û Qeterê heye. Ji ber van berjewendiyan gelek şêwe û teşe girtin, jê jî destwerdana leşkerî ya yekser a rejîma Erdogan e. Her wiha şerê bidawîkirinê ya rizgarkirina Lîbyayê ji milîs, Îxwan, teror û çeteyan bi çi rewşê dibe bila bibe, dê pêk bê.”

ŞERQ EL-EWSET: BI BERBELAVBÛNA KORONAVÎRUSÊ RE TEVAHÎ CÎHAN DORPÊÇ E

Der barê berbelavbûna Koronavîrusê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Tevî detayên li ser aramiya hejmara qurbaniyên Koronavîrusê li gelek dewletan bi taybet li Îtalyayê, lê dîsa gelek qurbanî hene, bi taybet li Spanyayê, her wiha Koronavîrus li gelek dewletan zêde dibe û neçar dike ku tedbîrên dorpêç û tecrîdê pêk bînin.

Qral Selman Bîn Abdulezîz ferman da ku divê tevahî kesên bi Koronavîsurê ketine bê pere werin dermankirin. Li aliyekî din jî wezîrê tenduristiyê yê Erebistana Siûdî Dr.Tewfîq El-Rebîa ragihand ku tenê mijara dermankirina bê pere li ser şêniyên niştecih û muxalifên niştecihî derbasdar e. Her wiha gerînendeyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanum spasiya Selman Bin Abdulezîz der barê biryarê de kir û bang li serok û rêveberên dewletan kir ku pêngaveke mîsoger bigirin.

Li aliyekî dîtir jî hejmara giştî ya qurbaniyên Koronavîrusê li cîhanê zêdetirî 34 hezaran bûye.”

(fr)