​​​​​​​Ebdî: Divê civaka navdewletî çareseriyeke radîkal ji pirsgirêka girtiyên DAIŞ‘ê re bibîne

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî got: "Bi saya keda mezin a hêzên me, me  rewşa li girîgeha Xiwêran control kir bêyî ku tu girtiyên DAIŞ‘ê birevin."

​​​​​​​Ebdî: Divê civaka navdewletî çareseriyeke radîkal ji pirsgirêka girtiyên DAIŞ‘ê re bibîne
30 adar, 2020   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê daxuyaniyek weşand.

Ebdî got: "Bi sya keda mezin a hêzên me û nêzîkatiya objektîv û lezgîn a li hemberî esyana girtiyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehê de me dikarî rê li ber karesetkê bigirin û rewşa di hundirê girtîgehê bixin bin kontorlê, bêyî ku tu rewşên revê çêbibin.

Divê hevkarên me û civaka navdewletî asta xebata xwe mezin bilind bikin da ku çareseriyeke radîkal ji vê pirsgirêka navdewletî re were dîtin."

ANHA