Hêzên dagirker li Minbicê zarokek qetil kir, dê û bavê wê birîndar kirin- HATE NÛKIRIN

Di êrişa leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Ereb Hesen ê bakurê bajarê Minbicê de zarokeke şehîd bû û dê û bavê wê birîndar bûn.

Hêzên dagirker li Minbicê zarokek qetil kir, dê û bavê wê birîndar kirin- HATE NÛKIRIN
30 adar, 2020   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bargeha Tirkiyê ya li gundê Ereb Hesên ê biçûk xwe bi cih kirine, gundê Ereb ê Mizin bi top û moşekan topbaran dikin.
Navendê diyar kir ku gelek top û moşek li malên sivîlan ketin, di encamê de zarokeke temen 6 salî şehîd bû û dê bavê xwe birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin, navê zaroka şehîd Yasmîn Hisên El-Hecî ye, dayika wê Emîna Îbrahîm e û bavê wê Hisên Ebd El-Hecî ye. Birîndar li nexweşxaneyên Minbicê têne dermankirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku nuqteyên meclisê û yên hêzên dewleta Sûriyê jî hatin topbarankirin.
Topbaran hîn berdewam e.
ANHA