Serokwezîrê Brîtanyayê bi Koronavîrusê ket

Serokwezîrê hikumeta Brtîtanyayê Boris Johnson ragihand ku bi Koronavîrusê ketiye.

Serokwezîrê Brîtanyayê bi Koronavîrusê ket
27 adar, 2020   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Boris Johnson li ser Twitterê wiha da zanîn ku bi Koronavîrusê (Covid-19) ketiye û ketiye karantînayê.

Johnson destnîşan kir ku dê karê rêveberiya hikumetê tevî pêketina bi vîrusê bi awayê online berdewam bike.

Hin rewşên sivik ên vîrusê duh li Johnson diyar bûbûn, dûre serokê bijîşkên Brîtanyayê Chris Witte ew şîret kir ku venêrînê bike da ku pêketina vîrusê piştrast bike.

(fr)