Foreign Policy: Tolhildana Sûriyê ji cîhanê dê bi pêla duyemîn a Koronavîrusê be

Analîzvan Steven Cook di gotara xwe ya kovara Foreign Policy a Amerîkayê de got derfetên berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li tevahî cîhanê ji Idlibê ya Sûriyê hene, dibe ku zirarê di nêztirîn demê de li tevahî herêmê pêk bîne.

Foreign Policy: Tolhildana Sûriyê ji cîhanê dê bi pêla duyemîn a Koronavîrusê be
27 adar, 2020   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Steven A. Cook di gotara xwe de diyar kir ku vîrusê rêzê li hember qedexeya rêwîtî, sînorên girtî û rawestandina bazirganiyê nagire, lê rastiya xeternak ew e heke derbasî Idlibê bû, dê azarên sûrî, lubnanî, urdinî, tirkî, îranî, rûsî û ewropiyan dirêjtir bike.

Steven Cook da zanîn ku Sûriyê heta niha 5 rewşên pêketina vîrusê ragihandine, lê belê tenê ev mijar bi demê re girêdayî ye ku bigihîne Idlibê, her wiha tê texmînkirin ku ji gelek aliyên aktîf ên li wir mîna çekdarên Îran, hêzên Tirkiyê, lekşerên Rûsyayê, rojnamegerên Ewropayê yan jî bi rêya alîkariyên biyanî belav bibe.

Analîzvan Steven Cook daxuyand ku nêzî milyonek sivîl ji bajêr koçber bûne û di rewşên tund de li nêzî sînorê dewleta Tirkiyê ji Kanûnê ve dijîn. Ew jî piştî ku hêzên hikumeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê êrişên xwe li dijî herêmên di bin serweriya tundrawên sûrî yên bi piştevaniya Tirkiyê li Idlibê de gur kirin, pêk hat.

Ji bilî binesaziya bijîşkî ya guncaw a dan û standina bi berbelavbûna Koronavîrusê re, li Idlibê piştgiriya bijîşkî ya bingehîn tune ye.

Steven Cook piştrast kir ku dema ku nexweşî li Idlibê belav bibe û eşkere bibe dê mijar bi tirs be.

Ji ber ku Idlibê herêmeke şer lê heye, dibe ku tedbîrên pêşîlêgirtina aktîf an jî heta pêkanîna wê negirtibin. Ji lew re dijwar e ku neyên texmînkirin vîrus bi rastî li sînorê Idlibê belav nebûye, ji wir jî ber bi Tirkiyê, herêmên din ên Sûriyê, Lubnan, Urdin û Îranê ve. Li aliyekî din belavbûna Koronavîrusê li Idlibê dê bi xwe re pirsgirêkan li hember van welatan zêdetir bike.

Steven Cook destnîşan kir ku Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ji Ewropa ve nêz e û dibe ku dîplomatên tenduristiya wan baş, pisporên tenduristiyê yên cîhanî, wekîlên sînor, balafirên bar û leşkerên ku hê dikarin bi belavbûna vîrusê re tevgerê bikin, aloziya cîhanê zêdetir bikin.

Her wiha Steven Cook anî ziman ku dê hêzên cîhanê dane û pisporên xwe yên guncaw kom bikin ku kedeke hevkar a tunekirina vîrusê li her derê pêk bînin, jê jî Sûriyê. Lê belê bi zêdebûna nîqaşa di navbera DYA û Çînê der barê vîrusê de Steven Cook texmîn dike ku hin rêber xwe bidin aliyekî weke çawa di şerê navxweyî ya dirêj li Sûriyê de kirine. Dê cîhan bibîne Covid-19 li tevahî Idlibê biteqe û piştre li dewletên dîtir berbelav bibe.

Steven Cook bi van gotinan gotara xwe bi dawî kir: "Ji ber vê paşguhbûnê, dê berpirsyariya exlaqî yên der barê kuştiyên li Sûriyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê yên ku ne pêwîst bû çêbûna, hilgirin."

(fr)