​​​​​​​3 kesên fransî û iraqiyekî ku li Bexdayê hatibûn girtin, hatin berdan

Serokkomariya Fransayê duh ragihand ku 3 kesên fransî û iraqiyek ku di 20’ê Çileyê de li Bexdayê ji aliyê kesên nenas ve hatibûn girtin, serbest hatine berdan.

​​​​​​​3 kesên fransî û iraqiyekî ku li Bexdayê hatibûn girtin, hatin berdan
27 adar, 2020   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Fransayê ji daxuyaniya serokkomariya Fransayê ragihand ku ji bo serbestberdana her çar girtiyan, Fransayê hemû îmkanên xwe dan şixulandin û serokkomar di vê derbarê de spasiya desthilata Iraqê dike ku pê re alîkar bû.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku her 4 kesên hatibûn girtin, nehat naskirin ka kê ew girtine. Serokkomar Macron spasiya serbestberdana Antoine Broshon, Julian Dietmar, Alexander Godardy û kesê iraqî Tariq Matûqa kir.

Her çar kesên girtî di rêxistina ‘SOS Chretien Dorian’ a nehikumî de dixebitîn. Rêxistinê li ser malpera xwe parve dike ku ew hewldana alîkariya xiristiyanên li herêmê dikin.

(eh)