Malbat û parêzer ji bo biçin Imraliyê serlêdan kir

Parêzer û malbatên Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ji bo ku bi xizmên xwe re hev bibînin serlêdan kir.

Malbat û parêzer ji bo biçin Imraliyê serlêdan kir
27 adar, 2020   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasîsê wî Mazlûm Dînç di navbeyna 30'ê Adarê û 3'yê Nîsanê de ji bo ku biçine Imraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê, yên Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir.

Malbatan diyar kir heke wan nebin Imraliyê dixwazin bi lezgînî bi telefonê biaxivin.

Her wiha parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Ibrahîm Bilmez jî ji bo ku di navbeyna 30'ê Adarê û 3'yê Nîsanê de miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.