NY’yê daxuyaniya QSD`ê ya agirbestê pêşwaz kir

QSD`ê di 24’ê Adarê de daxuyaniyek dabû û tê de banga agirbestê li tevahî aliyên li Sûriyê kiribû. NY’yê daxuyaniya QSD`ê pêşwaz kir û da zanîn ku "Pêwîstiya vê demê ji her demê zêdetir bi agirbestê heye.”

NY’yê daxuyaniya QSD`ê ya agirbestê pêşwaz kir
27 adar, 2020   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephan Dujarric roja pêncşemê daxuyaniyek da û tê de îşaret bi daxuyaniya QSD`ê û dûrxistina ji tevlêbûna karê leşkerî kir.

Sekreterê giştî yê NY’yê bang li aliyên din kir ku têkildarî şerê li Sûriyê, piştgiriya banga wî bikin.

Duh berdevkê sekreterê giştî Dujarric di civîna çapemeniyê de eşkere kir ku NY`yê der barê xetereya  Koronavîrusê (Covid-19) a ku muhtemel e li seranserê Sûriyê derkeve, bi fikar e, nexasim li dijî 900 hezar sivîlên ku ji ber şerê li bakur û rojavayê welat rû da, koçber bûne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî diyar kir ku rewşa koçberan dijwar e, ev jî dibe sedem ku nexweşî belav bibe, li gel vê yekê kombûn zêde dibe û ji ber hewcedariyên rojane zêde kar dikin.

NY`yê ragihand ku li seranserî welat zêdetirî 6 milyon koçberên navxweyî hene.

NY`yê duh bi daxuyaniyekê û nûnerê taybet ê Sûriyê Geir Pedersen roja sêşemê li gorî biryara 2254’an daxwaza li seranserî Sûriyê ku yekser agirbest were ragihandin kir, da ku têkoşîna li dijî vîrusê bi rê ve biçe. Pedersen bi bîr xist ku xetereya vîrusê li dijî gelên Sûriyê pêk ve ye, cudabûnê naxe navbera kesên li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de dijîn an jî kesên li herêmên din dijîn.

Pedersen anî ziman ku gelên Sûriyê li seranserî welat bi êş û azarê re rû bi rû mane, ji ber vê yekê pêwîstiya gel bi rehetî û aramiyê heye. Geir Pedersen hişyariya bandorên giran ên li dijî Sûriyê û xetereya vîrusa Covid-19 kir û wiha domand: "Li ser asta neteweyî pêwîstiya vê demê ji her demê zêdetir bi agirbestê heye."

(eh)