‘Bersivdayîna Amerîkayê dê bi xurtkirina hêzên wê yan jî bi ragihandina rewşa awarte be

Mamosteyê qanûnên nandewletî Hadî Îsa Delûl got bersiva Amerîkayê der barê êrişên li ser Iraqê de dibe ku bi xurtkirina hêzên xwe û ragihandina rewşa awarte be.

‘Bersivdayîna Amerîkayê dê bi xurtkirina hêzên wê yan jî bi ragihandina rewşa awarte be
15 adar, 2020   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawîn de li Iraqê di navbera Washington û Tehranê de şer derdikeve. Ev yek piştî kuştina fermandarê pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û fermandarê payebilind ê hêzên Heşd El-Şabî Ebû Mihdî El-Muhendis pêk hat. Her du aliyan li Iraqê hev topbaran kir. 

Di vê çarçoveyê de Mamosteyê qanûnên nandewletî Hadî Îsa Delûl ê nêzî Îranê destnîşan kir ku rakirina tola Ebû Mehdî ji aliyê Heşd El-Şabî ve bi dawî nebûye. Her wiha tekez kir ku armanca ji topbaranê ew e ku Iraqê ji “dagirkerên Amerîkî” paqij bike, tu lihevkirinên ku derfetê dide hebûna wan di Iraqê de ji derveyî sînorê dîplomatîk di sefaretxane û konsolxaneya Amerîka li Bexdayê, tune bike.

Hadî Îsa Delûl destnîşan kir ku Amerîka piştî ku hikumeta Iraqê bersivên hişk li dijî topbarankirina armancên Amerîkayê dan, dê bi awayekî zêde hikumeteke li gorî berjewendiyên xwe ava bike û heger dijberî wê be dê şerê avakirina wê bike.

Delûl anî ziman ku ger tu têkiliyên Heşd El-Şabî bi topbarana li ser navendên Amerîkayê re tune be, dê ew senaryoyeke Amerîkayê be da ku hebûna hêzên xwe li Iraqê şîrove bike û hêzên xwe xurt bike.

Der barê derfetên Amerîkayê de ku bersiva êrişan bide, Mamosteyê qanûnên nandewletî Hadî Îsa Delûl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bersivdayîna Amerîkayê ne diyar e. Dibe ku bi xurtkirina hêzên xwe be yan jî bi ragihanda rewşa awarte be. Ev yek li gorî hêza wan a parçekirina yekitiya Iraqê di navbera Heşd û gel de ye."

(bx)

ANHA