RT: Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li ser rêya M4 bi rê ve çû

Russia Today ragihand ku îro polîsên Rûsyayê û leşkerên dewleta Tirk li ser rêya M4 dewriyeyek hevbeş bi rê ve bir.

RT: Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li ser rêya M4 bi rê ve çû
15 adar, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Russia Today (RT)ragihand ku dewriye ji bajarokê Tirnibê yê ku çend kîlomtreyan dûrî bajarê Seraqibê ye, dest pê kir û tê payîn ku ber bi bajarokê Eyn Hewer ve jî biçe.

RT diyar kir ku dewriyeya rûsî ji endamên polîsên leşkerî û çend panzêran pêk tê, di heman demê de ji aliyê navenda koordînasyona Rûsî-Tirkî ve ya ku bi armanca çavdêriya hevpeymana agirbesta ldilibê hatiye avakirin, tê birêxistinkirin. Rûsya û dewleta Tirk di çarçoveya pêkanîna hevpeymana agirbestê de tev digerin.

Der barê rewşa Idlibê de serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 5’ê Adarê de hevpeymana agirbestê û avakirina "korîdora ewle" li rûberên diyar ên li ser rêya M4 ragihand.

Ev ne cara yekemîn e ku hevpeymanên wiha têne îmzekirin, lê Rûsya û Tirkiye berî niha gelek caran hevpeyman îmze kirine û hatine binpêkirin.

(eh)