Bi boneya 8’ê Adarê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şehbayê şahiyek li dar xist

Bi boneya 8’ê Adarê Nivîsgeha Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Efrînê û Şehbayê şahiyek li dar xist.

Bi boneya 8’ê Adarê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şehbayê şahiyek li dar xist
Bi boneya 8’ê Adarê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şehbayê şahiyek li dar xist
Bi boneya 8’ê Adarê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şehbayê şahiyek li dar xist
Bi boneya 8’ê Adarê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şehbayê şahiyek li dar xist
Bi boneya 8’ê Adarê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şehbayê şahiyek li dar xist
Bi boneya 8’ê Adarê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şehbayê şahiyek li dar xist
9 adar, 2020   13:20
ŞEHBA

Şehî li Hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi beşdariya bi sedan jinan bi rê ve çû.

Di şehiyê de seroka Desteya Jinan şaxê kantona Efrînê Zelûx Reşîd şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û got: "Şehîd Hevrîn li ku derê be wekî gulekê bû û bi rêya partiyê xwe gihand tevahiya jinên Sûriyê."

Li milekî din jî berpirsa Nivîsgeha Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê kantona Efrînê Bêrîvan Cinêd, 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir.  Bêrîvan bal kişand ser rola jinan di têkoşîna li dijî hişmendiya zordestan de û wiha got: "Di şoreşên ku hatine lidarxistin de jin xwedan rol in û bi saya têkoşîn û berxwedana xwe bûn pêşengên civakê."

Piştî axaftin bi dawî bûn, sînevîzyonek têkildarî Roja Jinan a Cîhanê hate pêşandan. Di dawiya şahiyê de Koma Şehîd Awaz a Şehbayê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê û koma mîrateyan a Kevana Zêrîn çend stran pêşkêş kirin.

(eh)

ANHA