Li Viyanayê der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kongreyek li dar ket

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şandeya Awisturyayê re ya ji parlamenter, siyasetmedar û akademîsyanên ewropî pêk tê, civiya da ku rewşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dewleta Tirk ên bênavber, nîqaş bike.

Li Viyanayê der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kongreyek li dar ket
9 adar, 2020   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongre li paytexta Awisturyayê (Nemsa) Viyanayê bi beşdariya cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd û endamê KNK’ê Refîq Xefûr li dar ket.

Ji Awisturyayê endamê Parlamentoya Ewropayê Anderias Schieder, endamên saziyên civaka sivîl, siyasetmedar û akademîsyenên ewropî beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de gelek mijarên ji wan astengiyên li hember stratejiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişa dewleta Tirk û encamên wê li herêmê ji tevliheviya aramî û vejandina DAIŞ’ê, hatin nîqaşkirin.

Di kongreyê de behsa rola Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûriyê de, encamên dûrxistina wê ji dan û standinên ku bi hedefa çareserkirina aloziya Sûriyê li dar dikevin, hate kirin.

Li aliyekî din behsa tecrubeya pêşeng a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola jinan tê de hat kirin. Her wiha li ser binpêkirin û kiryarên guhartina demografiyê yên li herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê de hat nîqaşkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PEnFxiAoRYw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>