Şaredariyên Til Birakê projeyên xwe destpêka salê pêşkêşî Komîteya Şaredariyan kirin

Şaredariyên gel ên navçeya Til Birakê projeyên xwe yên sala 2020`an pêşkêşî Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya kantona Qamişlo kirin. Girîngtirîn proje; sererastkirina rê, kanalîzasyon û torên avê ne.

Şaredariyên Til Birakê projeyên xwe destpêka salê pêşkêşî Komîteya Şaredariyan kirin
Şaredariyên Til Birakê projeyên xwe destpêka salê pêşkêşî Komîteya Şaredariyan kirin
Şaredariyên Til Birakê projeyên xwe destpêka salê pêşkêşî Komîteya Şaredariyan kirin
9 adar, 2020   12:49
QAMIŞLO

Îro Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê şaxê Qamişlo li navenda meclisa navçeyê civînek ji şaredariyên gel ên naveçeya Til Birakê re li dar xist. Hevserokên komîteyê Şervîn Şaqo û Mesûd Yûsiv, cîgirê Desteya Rêveberiya Bajêr şaxê herêma Cizîrê Xesan Abid, Meclisa Navçeya Til Birakê, meclisên şaredariyan û şaredariya gel şaxê navçeya Til Birakê beşdarî civînê bûn.

Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê şaxê kantona Qamişlo di civînê de projeyên destpêka salê diyar kirin. Di civînê de şaredariya gel şaxê navçeya Til Birakê û şaredariyên pê ve girêdayî (Şaredariya Simêhan, Şaredariya Himêdî û Şaredariya El-Sibeyîx) projeyên xwe pêşkêşî komîteyê kirin. Proje ji gelek projeyên xizmetguzariyê pêk tên û tê payîn ku proje di her sê mehên destpêka salê de werin pêkanîn.

Di heman demê de di civînê de bal kişandin ser girîngiya bicihkirina daxwazên gel û dê li gorî erdnîgariya herêmê rê werin vekirin, avê bikişînin navçeyê, sererastkirina kanalîzasyon û projeyên din bên çêkirin. Tê payîn ku di zûtirîn demê de lêçûna projeyên şaredariyên Til Birakê were diyarkirin.

(eh)

ANHA