Iraq... Divê hikûmet xwedî sê taybetmendiyên nakok be!

Avakirina hikûmeta Iraqê heta asteke dûr bi girêk e, ji ber ku ne tenê girêdayî pêşbirka di navbera hêzên Iraqê de ya li ser erkan e. Di heman demê de li qada siyasî ya Iraqê nakokiyên xurt di navbera gelek hêzan de hene, anku nakokî di navbera 3 aliyên sereke yên derve û hundir de ne.

Iraq... Divê hikûmet xwedî sê taybetmendiyên nakok be!
9 adar, 2020   08:19
Hozan Zubêr

Wekî tê zanîn avakirina Iraqa federal, piştî ketina wê ya leşkerî di sala 2003‘yan de bi destûra derve pêk hat. Ketina Iraqê mîna dewleteke xwedî hukmekî sunnî-Baasî ku bi tundî li dijî Îranê ye, fikrên nakok der barê naskirina me ya ji siyaseta DYA’yê ya girêdayî Îranê çêdike. Her şopdareke rewşê wê bifikire ku heger Washington bi rastî di nêzîkatiyên xwe yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê de cidî be, dema pergala herî zordar (Iraq) a ku li hemberî destwerdana Îranê mertal bû û di salên 80‘yî de 8 şer kir û ket, wê bipirse: Ma ne diviyabû ku Sedam Hisên desteka ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) girtiba ku îdia dike ku li dijî zêdegaviyên Îranê ne? Ji bo vê pirsê 3 bersiv derdikevin; tek dibêje Sedam û rejîma wî ajandeyên Amerîkayê bûn, piştî ku xizmeta wan bi dawî bû û heta astekê ji pêkanîna daxwazên Amerîkayê derket, hatin tesfiyekirin.

Nêrîneke din heye ku gelek kes texmîn nakin; dibêje ku têkiliya dijminahî ya di navera Îran û Amerîkayê de ne wekî ku em dibînin e, veguhastina rolan di navbera wan de ye. Her du ji hev sûdê werdigirin da ku destwerdanê di kar û barên Rojhilata Navîn de bikin. Nêrîna sêyemîn a herî nêzî rewşê dibêje ku DYA hewl dide bi xwe destwerdanê bike bêyî ku alternatîfekê ji hebûna xwe wekî hêzeke rastîn an jî bi wekîlan biafirîne.

Bi giştî, dûrî nêrîna li helwesta Amerîkayê ya ji siyasetên pergalên li Rojhilata Navîn, dewletek mîna Iraqê ku bi pertrolê dewlemend e û ji dehan salan ve jêdera aboriya wê ye, bala dewletên pîşesazî yên mezin dikişîne ser xwe. Di vir de em dikarin bibêjin ku xema yekem û ya dawî ya Amerîkayê li Iraqê berhemên wê ne û ne tiştekî din e. Ji ber vê yekê Amerîka neçar ma wê demê (Beriya ketina Sedam) xwe nêzî hêzên şîa bike û sûdê ji hêviyên Kurdan bigire da ku plana bidestxistina erdnîgarî û aborî li herêmê pêk bîne. Amerîka di vir de xwe ji hêzên sunnî dûr xist ên ku piştî 2003‘yan li ser agir e û li Felûcayê û herêmên din ên Enbarê li hemberî rejîma berê derket.

Lê mîsyona herî zehmet ji bo Amerîkayê ew e ku hezkirina hin aliyên şîa qezenc bike û nakokiyan di navbera wan û şîayên Îranê de derxe. Amerîka heta astekê di vê mîsyonê de bi ser ket. Nakokiyên hêzên şîa yên di navbera rojava û Îranê de belav bûne, mînaka herî berbiçav a serkeftina mîsyona Amerîkayê ye.

Êdî hêzên şîa heger aliyekî (Kurd an sunnî) bi aliyekî ve nekişîne, wê nikaribe rêzên xwe bikin yek û para xwe di parlamentoyê de temam bikin. Di encamê de her du jî girêdayî Amerîkayê ne. Washington, sunnî bi rêya avakirina koman bi navê "terorîst" di nav wê de afirandin, lewaz kir da ku wê di warê siyasî de tesfiye bike. Bi vê yekê hêzên ku ji tesfiyekirinê hatin derxistin (Hevbendiya Hêzên Sunnî ya Iraqê a bi fermanderiyên El-Nuceyfî, Ciborî û Xencer). Her du hêzên kurdî yên sereke Yekitiya Nîştimanî Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistanê jî li gorî peymana Washingtonê ya 17 Îlona 1998‘an de parên xwe standine.

Dema me got DYA‘yê di derxistina nakokiyan di nava şîayan de bi ser ket, ev nayê wê wateyê ku hêzên Îranê li Iraqê bi dawî bûn, lê gelek lewaz bûn. Bi taybet piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê Qasim Suleymanî li Bexdayê.  Hê jî li cem Îranê gelek keysên siyasî û leşkerî li Iraqê hene, li gel wê ne mimkun e sînorê berfireh di navbera her du welatan de kontrol bike. Li aliyekî din ji bo Iraqê zehmet de ku dest ji Îranê berde ku deriyê herî mezin ê sînor pê re ye. Girîngiya vê yekê di gelek cezayên de ku Washingtonê li ser Îranê birin, diyar dibe. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ta niha Iraq ji cezayên der barê têkiliyên wê bi xaz û enerjiya Îranê efû dike.

Di encam de nakokî hîna berdewam in û bandora destwerdana her du aliyan li proseya siyasî ya Iraqê gelekî diyar e, ji ber vê yekê binkeftinên avakirina hikumetê berdewam dike.

Hêzên şîa ku li gorî peyamana Tony Blair ê desthilatdarî bi vî şêwazî (hikumeta şîa, parlamentoya sunnî, serokkomariya kurdî) belav kiriye, divê serokatiya hikûmetê bike. Lê ji ber cudabûna li welat û parçebûna di navbera alîgirên Iran û Amerîkayê de nikare biryara xwe bi tevahî îradeya xwe bide. Ji ber vê yekê hêzên şîayê li derdora Îranê kom bûn. Di destê Amerîkayê de ku kaxezên din hene; sunnî û Kurd ku mîna gefeke din li dijî Îran û hêzên alîgirên wê bi kar bîne, her wiha wekî destekdayîna romana parçekirina Iraqê ji bo 3 wîlayetan bi kar bîne.

Ev ji bo destwerdana derve bû, lê di aliyê hundirîn de, di dema dawî de lîstikvaneke nû derket ser qada Iraqê da ku avakirine her hikûmetek xwedî îradeyeke ne serbixwe asteng bike. Ji ber çarenûsa wî dê mîna ya hikûmeta Adil Abdulmihdî û Mehemed Tewfîq Elawî be.

Ji ber asta bêmafiyê û talankirina berheman ji aliyê tebeqeya gendelî ve hêrsa gelê Iraqê gihişt lutkeyê. Êdî gel destwerdana derve qebûl nake, ev di diruşmeyên wan de ên di xwepêşandaran de diyar bû. Ev tê wateya hikûmeta nû ya Iraqê tevî 3 meh li ser îstîfaya Ebdulmihdî re derbasbûyî wê ne hêsan be heger desteke bi xwepêşandarên re neyê kirin.

Di encamê de senaryo çawa bin û kesayetên dest di proseya siyasî ya Iraqê de werdidin kî bin, heger bernameyên bê yên ji bo avakirina hikûmeta nû bixwaze serkeftinê pêk bîne, divê bi nermbûneke mezin nêzî hêrsa gel bibe. Divê dostê Îranê be. Di heman demê de di bin serweriya Amerîkayê de be. Ji ber vê yekê, di hevsengiyek hema ne gengaz de, li gorî xwendina li jor sê taybetmendiyên dijber li holê ne.

ANHA