Şêniyên gundên Şêrawa: Em di mala xwe de bimirin baştir e ku jê derkevin

Tevî êrişên rojane yên li ser gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, şênî girêdana xwe ya bi xaka ve tînin ziman.

Şêniyên gundên Şêrawa: Em di mala xwe de bimirin baştir e ku jê derkevin
9 adar, 2020   07:58
EFRÎN – CAFER CAFO – XANDÎ ELO

Li gundên navçeya Şêrawa yên ku nehatin dagirkirin, bi hezaran şêniyên Efrînê yên koçber li gel bi hezaran niştecihên resen ên navçeyê, dijîn. Ev gund rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi top û moşekan tên topbarankirin. Topbarana dawî komkujiyek li gundê Aqîbê encam da, ku ji malbatekê 3 kes şehîd bûn.

Şêniyên gundên Bênê û Aqîbê yên navçeya Şêrawayê der barê mijarê de nêrînên xwe vegotin. Şêniyan girêdana xwe ya xurt bi xaka xwe ve û berxwedana li hemberî dagirkeran anîn ziman.

Endamê Meclisa Navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê Hesen Mustefa diyar kir ku topbaran li ser gund ranaweste û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hemû pîvanên mirovî û exlaqî derbas kirin. Li gundên navçeya Şêrawayê ku bi hezaran sivîlên ji niştecihên resen û şêniyên Efrînê yên koçber lê hene, rojane tên topbarankirin."

Mustefa bi domdarî got: "Bi hezaran kesên li navçeya Şêrawayê dijîn ,ji ber topên ku dibarin, mirinê didin ber çavê xwe. Gel bi vê bawer dike ku berxwedana wan a li Şêrawayê dê rizgarkirina Efrînê mîsoger bike. Em li benda tu kesî namînin da ku xaka me rizgar bike. Em jiyana li vir a birûmet qebûl dikin ruxmî ku gelek sivîl şehîd bûn. Herî dawî komkujiya li gundê Aqîbê bû ku ji malbatekê 3 sivîl şehîd bûn."

Şêniyê bi navê Ebdo Ehmed Berekat ê ji gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê bêdengiya navdewletî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Çima sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî me re danaynin? Her kes dizane ku dewleta Tirk destgirê sereke yê rêxistinên terorîst e, lê tu kes hesab jê naxwaze. Ev yek diyar dike ku civaka navdewletî bi Tirkyê re hevkar e."

Ebdo destnîşan kir ku ji ber topbarana bêserûber û ji fikara ku birîndar bibin, ji karên xwe qut dibin û wiha pê de çû: "Em nikarin tu karî bikin, em nikarin biçin nav zeviyên xwe ji ber topbarana rojane ya li ser herêmên me. Dewleta Tirk ji berê ve qirkirina gelê Kurd armanc kiriye, ji ber ku me wekî dijminê xwe yê yekem ku divê were tunekirin dibîne, da ku li ser xaka me berfireh bibe û Împaratoriya Osmanî vegerîne. Em gel banga aştî û biratiya gelan dikin, berdêl çi dibe bila bibe em ê bi xaka welatê xwe ve girêdayî bin."

Şêniyê bi navê Cuma Seydo yê ji gundê Aqîbê jî bi van gotinan girêdana xwe ya bi xaka xwe ve anî ziman: "Çawa kantona Efrînê dagir kirin, dixwazin van gundan jî dagir bikin û dagirkirina xaka Sûriyê bidomînin. Her roj top û moşek bi ser gundên me tên. Ne leşkeran, lê sivîlan dikin hedef. Di mala xwe de şehîd bikevim ji min re baştir e ku jê derkevim. Em dernakevin, dewleta Tirk û çeteyên wê nikarin me bitirsînin û me neçarî koçberiyê bikin. Bila min bikujin jî ez dernakevim. Duh dîsa top avêtin û zarok tirsiyan."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0Qx-E2znmj0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>