​​​​​​​Erdogan neçar ma ku şandina penaberan ber bi Ewropayê ve rawestîne

Berî serokkomarê Tirkiyê serdana Brukselê bike û hişyariyên Ewropa ji bo dewleta Tirk, Erdogan ferman da pasdarên peravên dewleta Tirk ku nehêlin penaber bi rêya deryaya Îcê re derbasî dewletên YE`yê bibin.

​​​​​​​Erdogan neçar ma ku şandina penaberan ber bi Ewropayê ve rawestîne
7 adar, 2020   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî serokkomarê Tirkiyê penaber şandin ser sînorê Yewnanistanê, ji pasdanên peravên dewleta Tirk re got: "Bila penaber di deryaya Îcê re derbas nebin."

AFP’ê li ser zimanê pasdarên peravê ragihand ku ji ber penaber xeteriyê çêdikin,  serokkomar nahêle tu kes ji deryaya Îcê re derbas bibin.

Duh li Kroatya wezîrên karên derve yên YE`yê dewleta Tirk rexne kir û gotin: "Dewleta Tirk bêhêvîtiya penaberan ji bo armancên siyasî bi kar tine." Piştî çend saetan serokkomar Tirk ev biryar derxist.

Têkildarî mijarê, dê sibe  Erdogan  serdana Brukselê bike.

)eh)