Parlamentoya Ereban banga helwesteke hişk li dijî destwerdanên dewleta Tirk kir

Parlamentoya Ereban destekdayîna xwe ji bo biryara Meclisa Kombûna Dewletên Erebî li ser asta wezaretan a der barê redkirin û şermezarkirina destwerdanên Tirkiyê di karûbarên dewletên ereban de, anî ziman.

Parlamentoya Ereban banga helwesteke hişk li dijî destwerdanên dewleta Tirk kir
7 adar, 2020   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Was a Erebistana Siûdî diyar kir ku Serokê Yekîtiya Ereban Dr. Mişel Bin Fehim El-Silmî di daxuyaniya xwe de wiha got:"Biryara wezîrên karên derve ya der barê redkirin û şermezarkirina destwerdanên derve di karûbarên hundrîn ên dewletên ereban de li ser xwesteka gelê ereb û diyarkirina helwesta erebî ya komî li dijî gef, destwerdanên Tirkiyê di karûbarên hundrîn ên dewletên ereban de, binpêkirina serdestiya hejmarek ji dewletên ereban, binpêkirina pîvanên başbûna bi dewletên cîran re û xebatên wê yên dijminatiyê de pêk hat."

Serokê parlamentoyê ji civaka navdewletî xwest ku helwestên cidî û hişk ji bo sekinandina destwerdanên Tirkiyê di karûbarên hundirîn ên dewletên ereban de bigire. Her wiha tekez kir ku ewê agahî bidin meclisa wezîrên karên derve yên ereban ên yekitî, parlementoyên herêmî û navdewletî û ji wan bixwazin ku destekê bidin hewlesta erebî û destwerdanên Tirkiyê di karûbarên hundrîn ên dewletên ereban de, şermezar bikin.

Mişel El-Silmî destnîşan kir ku destwerdana Tirkiyê xeteriyê li ser ewlehiya netewî erebî, ewlehî û aştiya navdewletî, pîvanên başbûna bi dewletên cîran re, binpêkirina zagonên navdewletî, mîsaqa NY`yê û birayên meclisa navdewletî ya ewlehiyê, çêdike.

Sekretêrê Giştî yê Kombûna Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xêt di dawiya civîna wezîrên karên derve yên ereban ku roja çarşemê li Qahîra hate lidarxistin got:"Koçberên Sûriyê bûye kaxeza zextê". Her wiha destnîşan kir ku hêzên derve roleke neynî li Lîbya, Sûriyê û Yemenê de lîstin û bû sedem ku nakokî mezin bibin û dem hatiye ku destê xwe ji ser Sûriyê rake. Ebû El-Xêt destnîşan kir ku şer dewletên erebî westandiye û derfet dide dewletên cîran ku serweriya xwe li herêmê fireh bike.

(bx)