ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07 -03-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07 -03-2020
7 adar, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê endamê TEV-DEM‘ê Îmadedîn Abdullah ê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, li Goristana Şehîd Xebatê Dêrik oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rûsya û Tirkiyê ji bo Idlibê, li ser agirbestê li hev kirin. Ev lihevkirin li ser rêzelihevkirinên berê yên binkeftî zêde bû. Wekî berê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan asta gefên xwe bilind kir, li pey wê Rûsyayê dîsa hişyarî da Enqerê. (BI WÊNE).

Nivîskar, rojnameger û endamê parlemantoya Misirê Mustefa Bekrî anî ziman ku şerê Erdogan ê li dijî Kurdan şermezarî ye, ji ber ku şerê nejadî ye, çavbirçîbûna wî û nîjadperestiya wî eşkere dike. (BI WÊNE).

JIN

-Çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên kantona Qamişlo 8‘ê Adarê pîroz kirin û gotin: “Em bang li hemû jinan dikin ku xwe bikin xelekên berxwedan û têkoşînê da ku projeya Rêbertî berdewam bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jina suryanî Elen Korkîs a ji Dêrikê 8‘ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir û got, giyanê Hevrîn Xelef bû peyama aştiyê ji hemû jinên cîhanê re. Elen bang li jinan kir ku li hemberî dagirkerî û zihnieyta desthilatdar têbikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên YPJ‘ê Tolhildan Raman 8‘ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: "Ev roj bi xwîna jinên kedkar ên li hemberî zulm û piştaftinê serî hildan, hatiye nivîsandin. Em şervanên YPJ‘ê têkoşîna leşkerî bidomînin, divê hemû jin ji bo azadî, edalet û wekheviyê têkoşînê mezin bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA