Hevdîtina Putin û Erdogan, binkeftina Tirkiyê diyar kir

Rûsya û Tirkiyê ji bo Idlibê, li ser agirbestê li hev kirin. Ev lihevkirin li ser rêzelihevkirinên berê yên binkeftî zêde bû. Wekî berê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan asta gefên xwe bilind kir, li pey wê Rûsyayê dîsa hişyarî da Enqerê.

Hevdîtina Putin û Erdogan, binkeftina Tirkiyê diyar kir
7 adar, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Di hevdîtina roja Pêncşema (5'ê Adarê 2020) derbasbûyî ya li Moskova ya bi mijara Idlibê ya di navbera serokê Rûsyayê Vladîmer Putin û hevpîşeyê wî yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de biryara agirbestê ji bo herêmên bakurê rojavayê Sûriyê derket.

Ev hevdîtin piştî 3 torên hevdîtinên binkeftî  pêk hat.

Gûrbûna li qada Idlibê bibû sedema nakokiyên Moskovayê ya hevalbendê rejîma Sûriyê û Enqerê ya ku destekê dide çeteyên li Sûriyê de ku fikarên rûbirûmayîna rast rast a di navbera herdu welatan de çêbûn, bi taybet ku zêdeyî 34 leşkerên Tirk bi agirê hêzên rejîmê hatin kuştin.

‘HEVDÎTİN KÛRBÛNA NAKOKIYAN Û BINKEFTINA TIRKIYÊ XUYA KIR’

Derbarê hevdîtina Rûsya – Tirkiyê lêkolînera zanistana siyasî û têkiliyên navdewletî Dr. Ebîr El-Heyalî got: "Di xwendineke bi lez ji hevdîtina Rûsya û Tirkiyê ya ku 6 saetan dewam kir de kûrbûna nakokiyên herdu aliyan diyar bûn. Her wiha rûyê serokê Rûsyê yê ku bi hêrs û ne razî xuya bû.

Herdu aliyan li ser rawestandina operasyonên leşkerî û şer li hev kirin, bi maneyek din operasyona "Mertala Buharê" ji navaroka xwe vala deket û di pêkanîna armancên xwe de bi bin ket. Ev lihevkirin paşdeçûna Tirkiyê derxist holê, em dikarin wekî binkeftina wî pênase bikin."

Ebîr diyar kir ku artêşa Sûriyê dikarî destkeftiyên xwe li ser erdê biparêze ku firehbûna wê derdora 600 km kabike û ya herî girîng bajarê Seraqib ê stratejîk e.

Ebîr El-Heyal wiha domand: "Ya gelekî balkêş rêya M5 a ku Şam û Helebê bi hev ve girêdide nehat bi bîr xistin û dewriyeyên hevpar ên dê li rêya M4 a ku Heleb û Laziqiyê bi hev ve girêdide, di nav xwe de bigire. Yanî dê rêya M5 temamî di bin serweriya artêşa Sûriyê de bemîne bêyî tu rola ewlehî ya Tirkiyê an jî çekdarên wê hebe, ev serkeftineke mezin a siyasî  û aborî ji bo dewleta Sûriyê ye. Korîdora ewlehî ya li herêma Idlibê ji bo derxistina sivîlên Sûriyê ji herêmê û derketina wan a ber bi herêmên di bin serweriya artêşa Sûriyê de ye. Ev yek dê bihêle ku komên çete werin dorpêçkirin."

Ebîr got: "Li pêşiya Tirkiyê tişek nema ji bilî ku daxwazên Rûsyayê qebûl bike ku Idlibê vegera bin serweriya Sûriyê. Her wiha qebûlkirina hin xalên girêdayî doplomasî dê ava rûyê Erdogan biparêze, di heman demê de dê derfet bide wî da ku xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî vala bike ku veguherî xeteriyek û dibe derbeyê li serokê Tirkiyê bixe. Her wiha ji bo ku pirsgirêka penaberan bi Yekitiya Ewropayê nîqaş bike, ku Yekitiya Ewropayê xwe amade dike ku bersiva Erdogan bide û şiqamên mezin lê bide da ku zêdegaviyên xwe yên domdar rawestîne."

Ebîr destnîşan kir ku derketina Tirkiyê ya ji mijara Idlibê şerê berî dawî li Sûriyê û dê asta rûbirûmayîna bi aliyê Rûs re sivik bike. Her wiha dê derfetên diyalogan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veke, ku Erdogan wekî şerê xwe yê rasteqîn dibîne.

Lêkolînera zanistana siyasî û têkiliyên navdewletî Dr. Ebîr El-Heyalî di dawiya axaftina xwe de got: "Ev hevdîtin dibe ku rageşiyê bi rêya lihevkirin û mekanîzmeyên demkî yên eşkere û ne eşkere sivik bike, lê nakokiyên sereke wê her hebin, dê pêkanîna lihevkirinên eşkere yan jî ên veşartî tehdîd bike."

ANHA