Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Temir û Şêrawayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyên Til Temir û Şêrawayê bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Temir û Şêrawayê topbaran dikin
6 adar, 2020   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Um El-Kêf yê navçeya Til Temirê yê herêma Cizîrê û gundên Ziyaretê û Dêr Cimêl ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi obusan û çekên giran topbaran dikin.

Topbaran berdewam e, der barê encaman de zanyarî bidest neketin.

ANHA