Têkildarî 8‘ê Adarê meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin

Çalakiyên bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin. Li Tirbespiyê û Dêrikê meşên bi meşeleyan hatin kirin. Di meşan de banga azadiya Ocalan hatin kirin.

Têkildarî 8‘ê Adarê meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin
Têkildarî 8‘ê Adarê meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin
Têkildarî 8‘ê Adarê meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin
Têkildarî 8‘ê Adarê meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin
Têkildarî 8‘ê Adarê meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin
6 adar, 2020   18:02

Tirbespiyê

Di çarçoveya çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê meşek bi meşeleyan li dar xist. Bi sedan jin, tevî endamên Kongreya Star ji çerxerêya Azadî dest bi meşê kirin.

Jinan posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan û bê navbera dirûşmeyên şermezarkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan qîr kirin.

Meş li çerxerêya azadî rawestiya. Endama Koordînsyona Kongreya Star Hediya Şemo diyar kir ku dewleta Tirk her tim bi hemû rêbazan siyasî, leşkerî û civakî jinan dikin hedef, da ku neghêjin mafên xwe. Hediya got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re îsbat kirin ku di her qadan de dikarin serkeftinê pêk bînin û civakeke azad û demokratîk ava bikin."

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî ji aliyê Kongreya Star ve meşek bi meşeleyan hate lidarxistin.

Bi sedan şênî tevî endamên Kongreya Star û Saziya Civaka Sivîl li ber garca bajarê hatin ba hev û ta deriyê têketina bajêr meşiyan. Jinan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Hevrîn Xelef û Dayika Aqîde, pankartên bi nivîsên "Têkêşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftî ye" û meşele hilda bûn. Her wiha dirûşmeyên silavkirina 8‘ê Adarê hatin berzkirin.

Meş li deriyê têketina bajarê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin bi navê Kongreya Star Xaliya Elî axivî, Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got, di dirêjahiya dîrokê de û heta roj jin ji bo mafên xwe têdikoşe.

Xaliya diyar kir ku jinan di bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan azadî û mafên xwe bi dest xistin û di tunekirina DAIŞ‘ê û bersivdayîna êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rolek girîng lîstin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA