Malbat û parêzer ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Malbat û parêzer ji bo hevdîtinê bi Rêber Ocalan û girtiyên din re pêk bînîn, serlêdan kirin.

Malbat û parêzer ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
6 adar, 2020   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Her wiha malbatên her sê girtiyên din ên li gel Ocalan girtî ne jî serî li serdozgeriyê dan. Birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan.

Malbatan piştî 12’ê Tebaxa 2019’an herî dawî di 2’ê Adarê de hevdîtin pêk anîbûn.

Li aliyê din ji parêzerên  Rêber Abdullah Ocalan, Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez bi boneya bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li serdozgeriyê dan.

Parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlên xwe hevdîtin pêk anîbûn.