Washington Examiner: Erdogan li Moskovê ji Pûtîn re secde kir

Kovara Washington Examiner der barê hevdîtina Pûtîn û Erdogan de gotarek weşand tê de diyar kir ku "Gotinên Pûtîn heqaretek ji tevahî Tirkan re bûn, berteka Erdogan lawaz bû, tenê li Pûtîn temaşe dikir û tu jestên hêrsê li hemberî wî nîşan nedan û bi rastî Pûtîn bi ser ket."

Washington Examiner: Erdogan li Moskovê ji Pûtîn re secde kir
6 adar, 2020   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovarê di gotareke xwe de îşaret pê kir ku di dema hevdîtina Pûtîn û Erdogan de, piştî derbeya asîmanî ya dawîn li Sûriyê ku di encamê de 34 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, dihat texmînkirin ku Erdogan helwesteke tund bistanda û serokê Rûsyayê red bikira.

Kovarê bal kişand ser ku Erdogan baş dizane ku Rûsyayê hişt hêzên rejîma Sûriyê êrişa ku di encamê de leşkerên Tirk hatine kuştin pêk bîne, her wiha Rûsyayê dizanî ku hêzên Erdogan beriya destpêkirina êrişê li cihê derbeyê ne.

Di gotarê de hate destnîşankirn ku li gel Erdogan sedemeke rastîn a helwestgirtina tund li hember Pûtîn hebû, lê tişta ku rû daye, li gorî kovarê wiha ye: "Erdogan xwest pêlava Pûtîn bialêse."

Kovarê li ser zimanê Pûtîn ê ku serbazê berê di îstîxbarata Sovyetê de bû, ev tişt daxuyand: "Careke din sersaxiya we der barê kuştina leşkerên we li Sûriyê de dikim, terajediyeke mezin e. Mixabin tu kesî heta artêşa Sûriyê cihê hêzên Tirkiyê nizanî, hin qurbaniyên artêşa Sûriyê jî li wir hebûn."

Kovar bi gotinên xwe name ji Erdogan re bi rê kir ku kîjan serok dibe dê li gel hesta bingehîn a xwerêzdayînê yan jî rûmeta nîştimanî hebûya û dê li hember Pûtîn li wir bisekiniya. Ji ber ku Erdogan dizanî ku Pûtîn cihê leşkerên wî dizane û dizanî ku hêzên wî bi erêkirina Pûtîn hatin hedefgirtin. Her wiha gotinên Pûtîn heqaretek ji tevahî Tirkan re bûn, berteka Erdogan lawaz bû, tenê li Pûtîn temaşe dikir û tu jestên hêrsê li hemberî wî nîşan nedan û bi rastî Pûtîn bi ser ket.

Kovarê bal kişand ser ku Erdogan bihaneyên biken û dilovanî pêşkêş kirin û wiha ne: "Ez hatim da ku civînekê li Moskovê, ne li Enqereyê, bi sedema ajandeyên Pûtîn der barê guhartinên tenê destûrê de, li dar bixim."

Her wiha Erdogan bi xwe dizane ku çû Moskovê da ku daxwaza “parsê” bike.

Kovarê di dawiyê de diyar kir ku diviyabû Erdogan nihişta Pûtîn careke din pê bilîsta. Her wiha Washington û hevalbendên dewleta Tirk amade bûn ku helwesta xwe li dijî fişarên Pûtîn geş bikin û pêkan bû ku xebata aborî ya hevkar El-Esed têk bibira û Rûsya neçarî vekişîna ji Idlibê bikira.

(fr)