Li nêzî balyozxaneya amerîkî ya li Tunisê terorîstekî xwe teqand

Îro radyoya Mosayîk a tunisî ragihand ku nêzîkî balyozxaneya Amerîkayê ya li Tunisê teqîneke terorîstane pêk hat, lê agahiyên fermî hîn jî nehatine parvekirin.

Li nêzî balyozxaneya amerîkî ya li Tunisê terorîstekî xwe teqand
6 adar, 2020   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Mozayîkê bi bîr xist ku terorîstekî li motorsiklêtekê siwar bûbû û rextek li xwe pêçabû û dewriyeya ewlehiyê ya li hember navenda balyozxaneya Amerîkayê ya herêma Buheyra kiribû armanc.

Radiyoyê ragihand ku tenê terorîstê xwe teqandiye miriye, lê şahidekî teqînê ji Mozayîkê re anî ziman ku wan dengê teqîneke bilind nêzî deverê bihîstin.

(eh)