Turnuvaya ciwanên herêma Efrînê bi beşdariya 10 tîman dest pê kir

Îro bi beşdariya 10 tîmên ji kantonên Efrîn û Şehbayê turnuvaya ciwanên herêma Efrînê dest pê kir.

Turnuvaya ciwanên herêma Efrînê bi beşdariya 10 tîman dest pê kir
Turnuvaya ciwanên herêma Efrînê bi beşdariya 10 tîman dest pê kir
Turnuvaya ciwanên herêma Efrînê bi beşdariya 10 tîman dest pê kir
Turnuvaya ciwanên herêma Efrînê bi beşdariya 10 tîman dest pê kir
6 adar, 2020   11:33
ŞEHBA

Yekitiya Werzîşê şaxê herêma Efrînê turnuvaya futbolê ya ciwanan li dar dixe. 10 tîmên kantonên Efrîn û Şehbayê beşdarî turnuvayê bûne û wiha ne; Ixiwe, Avrîn Til Rifet, Istêrk Til Qerah, Raî Salih, Ehlî Şehba, Berxwedan, Şêrawayê, Emanûs Ehdas, Ehlî Kefernayê û ciwanên Efrînê.

Îro turnuvayê li yarîgeha Humasî ya gundê Babinsê yê kantona Şehbayê dest pê kir û li yarîgehê hevserokê Yekitiya Werzîşê Nezîr Kor Misto axivî û bal kişand ser girîngiya werzîşê û exlaqê werzîşê. Misto amaje bi gotina rêber Abdullah Ocalan kir û got werzîş lîstika amadekirina jiyaneke baştir e, her wiha bang li xwedîderketina li van perspektîfan kir.

Her wiha Nezîr Kor Mifto rûdanên di serhildana 12’yê Adara 2004`an de pêk hatine, şermezar kirin û anî ziman ku kesên şovenîst dixwest rastiya werzîşê xerab bikin lê bi ser neketin.

Piştî axaftin bi dawî bû, tîma Berxwedan û Ciwanên Efrînê daketin lîskê û tîma Berxwedan bi skora 5-1 bi ser ket.

Yekitiya Werzîşê diyar kir ku turnuva dê heta 18’ê Nîsanê dewam bike.

(eh)

ANHA