Mijarên rojnameyên erebî – 6 Adar

Çavdêran diyar kir ku Rûsya di bawerkirina dewleta Tirk a rewşeke nû li Idlibê û sepandina sînorên nû yên peymana Soçiyê de bi ser ket, her wiha li aliyekî din jî xwepêşandarên Iraqê piştî beşxandina serokê erkdar ê avakirina hikumetê berdewam in, di heman demê de jî endamên Tevgera Nehda ya Tunisê ya girêdayî Îxwan El-Mislimîn jê vediqetin.

Mijarên rojnameyên erebî – 6 Adar
6 adar, 2020   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlib, peymana Rûsya-Tirkiyê ya dawîn, aloziya Iraqê û veqetîna endaman ji Tevgera Nehda ya Tunisê ya girêdayî Îxwan El-Mislimîn kir.

EL-BEYAN: ERDOGAN MIXABINIYÊ DIÇINE

Rojnameyên erebî yên vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî rewşa Idlib û peymana dawîn a Rûsya û Tirkiyê ye. Di vî warî de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Rûsya di neçarkirina dewleta Tirk a qebûlkirina rewşa nû li Idlib û sepandina sînorên nû yên peymana Soçiyê de bi ser ket. Ew jî bi hedefa parastina destkeftiyên artêşa Sûriyê di hemleya li dijî komên alîgir ên girêdayî Tirkiyê de ye, her wiha dema dewleta Tirk a ji artêşa Sûriyê re ji bo vekişandina ji derdora nuqteyên wê, hat têkbirin."

Piştî dan û standinên maratonî ku 3 saetan dewam kirine, serokê Rûsyayê Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser agirbestê li parêzgeha Idlibê li hev kir, her wiha lihevkirin şeva berê kete meriyetê.

Bendên lihevkirinê li gorî serkeftinên artêşa Sûriyê û Rûsyayê di şerê li dijî artêşa Tirk û komên alîgirê wê de ye. Naveroka peymana nû xwe dispêre sepandina destkeftiyên artêşa Sûriyê di hemleya dawîn, di heman demê de pêkanîna Rûsyayê ya dewriyeyên hevbeş bi Tirkiyê re li ser rêya M4 ya di bin kontrola komên çekdar de ye bi hedefa ewlekirina wê, rewa dike. Her wiha dê bi kûrahiya 6 km li derdora rêya di navbera Heleb-Laziqiyê de rê ewle bimîne û çete li wir nemînin. Lê li aliyekî din rêya M5 ya Heleb-Şamê ya dê di bin kontrola artêşa Sûriyê de bimîne, lê divê dewleta Tirk tu hewldanên astengkirina tevgera veguhastinê dernexe.

Li gorî van bendan, dewleta Tirk di hedefa xwe ya sereke de bi bin ket. Hedefa wê vegerandina herêmên ku artêşa Sûriyê di hemleya dawîn de serwer kirine, ye. Der barê vê de pirî caran Erdogan gefa bidawîkirina dema dewleta Tirk a vekişîna hêzên Sûriyê ji tevahî herêmê û bajarokên di hemleya dawîn de serwer kirine, xwarin, mîna bajarên mezin ên Idlibê; Meret El-Nûman, Seraqib û bi dehan gundên bakurê Hemayê.

ŞERQ EL-EWSAT: IRAQ; BIJARTEYA HILBIJARTINÊN NÛ BI DESTÊ PARLAMENTOYÊ YE

Têkildarî Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilibijartinan a Iraqê duh parlamento der barê temamkirina rewabûna qanûna hilbijartinan û pêşniyarkirina soza pêkanîna hilbijartinan di nêztirîn demê de hişyar kir.

Komseriyê daxuyand ku meclisa Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, mezinbûna erka li ser milê wê dizane, her wiha girîngiya lezbûna pêkanîna hilbijartina parlamentoyê di nêztirîn demê de jî dizane. Komseriyê piştrast kir ku pêkanîna hilbijartinên wekhev li gorî qanûnên navdewletî, pêdiviya xwe bi lezbûna meclisa parlamentoyê ya temamkirina bergiriyên rewabûna qanûna hilbijartinan heye. Di heman demê de komserî dikare soza pêkanîna hilbijartinan diyar bike.

Serokê Daîreya Hilbijartinan ê berê Miqdad El-Şirêfî li gel Şerq El-Ewsat daxuyand ku pêkanîna bergiriyên hilbijartinên zû di Iraqê de heta ku biryara lezbûna wê jî hat dayîn, ne pêkan e.

Têkildarî mijarê, li bajarê Besrayê duh xwepêşandan bi xwesteka navlêkirina serokê hikumetê li dar ket. Xwepêşandêran teker pê xistin û rê qut kirin.

EL-EREB: FIŞARÊN RAKIRINA RAŞID EL-XENOŞÎ JI RÊVEBERIYA NEHDAYÊ

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Istîfakirina rêveberê Tevgera Nehda ya Îslamî Abdulhemîd El-Celasî nakokiyên hundirîn beriya lidarketina kongreya 11’emîn ku dê di Nîsana bê de li dar bikeve, zêde kirin. Her wiha çavdêr bi guman in ku tevger kongreya xwe di dema diyarkirî de li dar bixe, bi wê re jî dê aloziya rêveberiyê ya bi aliyên siyasî ve mijûl in, asteng bike."

Çavdêr dibînin ku istîfakirina El-Celasî ku piştevanê sereke yê serokê tevgerê Raşid El-Xenoşî ye, dê nakokiyên mezin di pêşeroja rêveberiyê de pêk bîne.

Îstîfakirina El-Celasî serokê Tevgera Nehda û serokê parlamentoya Tunisê Raşid El-Xenoşî radixe ber du bijarteyan; yan ji serokatiya tevgerê vekişe yan jî berdewam bike û dengên ji bo guhartinê paşguh bike.”

(fr)